Li Elmanyayê li dijî rastgirên radîkal operasyonek hate lidarxistin

Li Elmanyayê li dijî rastgirên radîkal ên ku guman hebû wê êrîşî parlementoyê bikin operasyonek hate lidarxistin. Di operasyonê de 25 kes hatin destgîrkirin.

Saziyên edaletê yên Elmanyayê gotin “Me projeya êrîşê ya komeke rastgirên radîkal û komploger pûç kir.”

Li gorî dozgeran li welat 3000 endamên hêzên ewlekariyê tevlî operasyonê bûne û 25 kes hatine destgîrkirin.

Li gorî dozgeran ‘Wê vê koma biçûk a çekdarî ji bo ku bi şîddetê têkevin parlementoyê amadekariyên şênber dikirin.”

Wezîrê Edaletê Marco Bûshcmann li ser twîtterê daxuyanî da û got “Me operasyoneke mezin antî-terorîst kir. Li gorî gumanên me, wê bi çekan êrîşî saziyên makeqanûnê bihata kirin.”

25 kes hatine destgîrkirin û biryar hatiye stendin ku 27 kesên din jî werin destgîrkirin.