Kurd û dostên wan li dijî qedexeya li ser PKK'ê û êrîşên qirkirinê li qadan e

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropayê di salvegera damezrandina PKK'ê de li dijî qedexeya li ser PKK'ê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li qadan e.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, di kampanyaya “Rîse ûp for Rojava” de ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto dike, li dijî êrîşên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakî destpê kirî, polîsan bi gaza bîberê û guleyên plastîk êrîş kir. Gelek çalakger ji gazê bandor bûn. Polîsan piştî kontrolkirina nasnameyê, 24 saetan li bajarê Zurîhê qedexeya gerînê danî û piştre çalakger hatin berdan.

22.06

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û AGIF’ê êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Kurdan, bi mîtîngekê hatin protestokirin.

Sazî û rêxistinên weke ADGB Ûlm, ADHF, ATIF, MLPD û SKP’ê piştgirî dan çalakiyê. Pankarta “Defend Kurdistan” hat vekirin. Di mîtîngê de qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qetlîamên dewleta Îranê yên li Rojhilat hat kirin û li dijî van êrîşan peyama têkoşîna bi hev re hat dayîn.

21.43

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên kîmyewî û şîdeta li ser jinê protesto kirin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Kurdistanî li ber Şaredariya Lîmasolê hatin bahev û ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de Nûnerê PYD’ê ya Qibrisê Yasîn Terbûş têkildarî êrîşên dagirkeriyê axivî. Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan jî li ser navê jinan daxuyanî da.

21.37

VIYANA

Li paytexta Viyana Awûstralyayê, gel ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, herikîn qadan.

Meşa ku bi tevlêbûna FEY-KOM, RîseÛp4Rojava, YXK, Rosa û gelek rêxistin û komên din hatî lidarxistin, ji Wîen Mîtteyê heta Praterê dewam kir.

21.22

SALZBÛRG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Salzbûrg ê Awûstralyayê dijîn, bi meşekê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Meş li navenda bajar Mîrabelplatzê destpê kir û heta herêma herî qelebalix Alstadtê dom kir. Çalakgeran flamayên YPG û YPJ’ê hildan û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” heta Mozartplatzê meşiyan.

Di meşê de belavokên têkildarî komkujiyên dewleta Tirk, hatin belavkirin.

Endamê Meclîsa Şaredariya KPO ya Salzbûrgê Kay-Mîcheal Dankî û aktîvîst Anna Steîn di mîtînga li Mozarplatzê hat kirin de, axivîn. Di axaftinan de qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat kirin û banga xirakirina bêdengiya li hemberî êrîşên dagirkeriyê hat kirin.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Îranê yên li ser Kurd, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî hat şermezarkirin û banga xwedî derketina li şoreş û gelê Rojava hat kirin.

21.10

KARLSRÛHE

Li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qedexeya dewleta Elman a li ser PKK’ê, hat şermezarkirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Kurd û dostên wan ve hat lidarxistin de, girseyê bang li dewleta Elman kir ku qedexeya li ser PKK’ê rake.

Di çalakiyê qala êrîşên li ser Rojava jî hat kirin û hat gotin ku armanca van êrîşan qirkirina Kurdan û azadkirina DAÎŞ’ê ye.

21.04

HEÎLBRONN

Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û qedexeya li ser PKK’ê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê meşiyan.

Girse li qada Soleo hat ba hev û li vir deqeyek rêz girtin. Piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de pankartên têkildarî êrîşên li ser Rojava hatin hildan û dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî YPJ-YPG” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin. Girseya ku car din li qada Soleo hat ba hev, li vir mîtîngek li dar xistin.

Di axaftinên bi Elmanî yên hatin kirin de, bang li NATO hat kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên durû berde.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak axivî û bang li dewleta Elman kir ku demildest qedexeya li ser PKK’ê rake.

21.00

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, bi pêşengiya Komîteya Rojava meşek hat kirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê, Meclisa Jinan a Ronahî, rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyî,  AûfBAÛ, Partiya BastA û gelek partiyên siyasî yên Swîsreyî û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, piştgiriya meşê kir.

Di çalakiya li De Welt Park a Bahnhofplatzê hat lidarxistin de, ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê û cîhanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Li ser navê gelek saziyan axaftin hatin kirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana Hêzên Azadiyê yên Kurd hat silavkirin û peyama piştevaniyê bi Kurdan re hat dayîn.

Sekretera Giştî ya Partiya BastA’yê Franzîska Stîer, bal kişand ser wê yekê de ku di serî de Elmanya, dewletên rojavayî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî, ji qirkirina Kurdan re dibêjin erê û wiha got: “Dirûşmeya şoreşa jinan ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojava derket holê. Çi dibe bila bibe, em ê li ber sûcên li dijî mirovahiyê rabibin.’’

Shîrîn Danesh a li ser navê Rojhilat Komala axivî, diyar kir ku nabe mirov  berxwedana li Rojava û Rojhilat ji hev û din cuda bifikire û banga xwedî derketina li berxwedana Kurdistanê kir.

Piştî axaftinên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyî (YJK-S) û rêxistinên şoreşger, girse meşiya. Di meşê de de danezan hatin belavkirin û agahdarî hatin kirin. Meş, li Claramatteyê bi dawî bû.

20.49

PARÎS

Li Parîs a paytexta Fransayê, bi pêşengiya Kolektîfa Jin , Jiyan, Azadî ji bo protestokirina dewleta Îranê ku ji bo tepisandina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê qetlîamê dike, meşek girseyî hat lidarxistin. Ji çar aliyên welêt Kurd li qada Répûblîqûe hatin ba hev û dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin.

Li korteja herî pêş wêneyên Nagihan Akarsel û Jîna Emînî û pankartên li ser ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Kurdistan goristan ji bo faşîstan’’, ‘’Bijî şoreşa gel a li Îranê’’ û ‘’Em li ber qetlîamên li Kurdistanê rabibin’’ nivîsandî hatin vekirin, ala Komara Kurdistanê ya Mahabadê û PJAK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Femînîsta Kurd Hawjîn Baghalî, peyama Kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî xwend.

Gelek saziyên dost, Senatorê Val de Marneyê Laûrence Cohen, nûnera sendîkaya Solîdaîreyê Cybèle David, Hevserokê Tevgera Dostaniya Gelan a li dijî Nijadperestiyê Renée Le Mignot û Alîkarê Şaredariya Parîsê yê 19’emîn François Béchîeaû yek bi yek axivîn. Rejîma Îranê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Li civaka navneteweyî bang hat kirin ku dengê xwe ji êrîşên dewleta Tirk re bike û bi erka xwe rabibe.

Girse ku piştî daxuyaniyan dest bi meşê kir, bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan bala kesên li der û dorê kişand. Bê navber dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Bijî berxwedana Rojhilat’’, ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ û ‘’Kurdistan wê bibe goristan ji faşîzmê re’’ hatin berzkirin. Bi gihîştina qada Bastîlle re ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê û cîhanê deqeyekê rêz hat girtin.

Aktîvîsta Kurd Sama Shexoleslamî piştî rêzgirtinê peyama ku Kolektîfa Jin Jiyan Azadiyê kum eş organîze kir, xwend.

Jineke din a Kurd a femînîst ji Rojhilatê Kurdistanê Soma Rostam peyama koma Desgoharan a jinên femînîst ên Rojhilatê Kurdistanê xwend.

Piştî xwendina peyaman, Serokê Komeleya Kurdên li Fransayê Dijîn Azîz Mamlé, Nûnerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Abdullah Mostafa Soltanî û nûnerên Komala ya Partiya Komunîst a Îranê, yek bi yek axivîn û îşaret bi wê yekê kirin ku divê Yekîtiya Ewropayê, NY û civaka navneteweyî ku li dijî bûyerên li Kurdistanê diqewimin dengê xwe nakin, divê bi erka xwe rabibin.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ qediya.

20.37

OSLO

Li paytexta Norveçê Osloyê weke her hefteyê, vê hefteyê jî pêkhateyên ku azadiya Kurd û gelên Îranê dixwazin, ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li qada Îstasyona Navenda Osloyê daketin qadan.

Bi pêşengiya saziyên nûneriya Kurd, Fars, Belûc, Norveç û gelên din kirin, di mîtînga ku her hefte tê lidarxistin de, deqeyek rêz hat girtin.

Parlamenter Seher Aydar serhildana li Îran û Rojhilat silav kir û wiha got: “Berxwedana gelan a li dijî zilma dewleta Îranê didome. Di rojên dawî de bi taybetî li Mehabad û Ciwanroyê, hêzên dewletê bi tundî êrîş dikin. Me di dîmenan de dît ku hêzên Îranê li dijî çalakgeran, helîkopter û tankan bi kar tîne. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Ev qetlîam e û nabe ku em li hemberî vê yek bêdeng bimînin.”

Ragna Marîe ku alîkara seroka baskên ciwanan a Osloyê ya Partiya Çep (Venstre) e, Seroka Kvînnefronten a Eniya Jinan Cathrîne Lînn Krîstîansen, AÛF, endama desteya rêvebir a a baskên ciwanan a Partiya Kar Jûlîa Eîkeland, Civaknas û Akademîsyen Banafsheh Ranjî, Alîkara Changemaker Marte Hansen Haûgan axivîn û peyama bilindkirina piştevaniya bi serhildana dan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê li Îran û Rojhilat” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

20.34

STÛTTGART

 Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, çalakî hat lidarxistin. Gelek ciwanên Kurd tevlî meşê bûn. Nûnerên Dîe Lînek, Partizan, MLKP, Jina Nû û MLPD’ê piştgirî dan çalakiyê û yek bi yek axivîn.

20.31

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê, bi banga Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û polîtîkayên zext û qirkirinê yên dewleta Îranê protesto kirin. Banga têkoşîna hevpar a li dijî qetlîamên li ser gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn tê kirin, hat kirin.

Bi banga Kolektîfa Jin Jiyan Azadî ku KODAR, PJAK, Meclîsa Gelê Kurd û Belûcistanî jî di nav de, bi hezaran kes ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê bûn, li ber avahiya BBC’ê hatin ba hev.

Komên enternasyonal, siyasetmedar, rêxistinên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê, piştgirî dan çalakiyê û di şexsê Jîna Emînî de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Girseyê alên KODAR, PJAK û Kurdistanê û wêneyên Jîna Emînî û jinên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, hildan. Dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi zimanê Îngilizî û Kurdî hat qêrîn. Bi hezaran kesan li ber avahiya BBC’ê bi çepik û berzkirina dirûşmeyan ber bi Qada Trafalgerê ve meşiyan. Girseyê li Oxford Street meşa xwe domand û kesên li derdor eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan. Bi hezaran belavok hatin belavkirin. Girseyê dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kir û li îstasyona Pîccadîly Cîrcûsê ku îstasyona herî navdar a Îngilistanê ye, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Baskê yekem ê meşê, li Qada Trafalgarê temam bû û li vir li ser navê KODAR, PJAK û Meclîsa Gelê Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê wê ber bi tunebûnê ve biçe.

Girseyê li qada Trafalgarê demekê çalakiya xwe domand û ji vir ber bi avahiya Serokwezîrtiyê ve meşiyan. Bertek nîşanî dewleta Îngiliz dan ku li hemberî sûcên dermirovî yên li Kurdistanê tê kirin bê deng e.

19.45

FREÎBÛRG

Bi organîzasyona ciwanan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê Kurdistanî daketin qadan.

Çalakî bi tevlêbûna ciwan, jin û enternasyonalîstan hat lidarxistin. Polîsan bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê xwest, êrîşê çalakiyê bike. Tevî vê yekê jî ciwanan, wêneyên Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê hildan. Girseyê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku ew qedexeyan qebûl nakin û got: “PKK gel e, gel li vir e.” Bê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Gerîla”, “Bijî Rêber Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Jin jiyan azadî” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.

19.31

SÎEGEN

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Sîegen ê Elmanyayê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê bi mîtîngekê protesto kirin. Hat destnîşankirin ku bêdengiya raya giştî ya navneteweyî yê wateya hevkariyê.

19.21

FRANKFÛRT

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt û derdora wê dijîn, daketin qadan. Bi sedan kes li ber Gara Trenê ya li Frankfûrtê hatin ba hev û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Tirkiye” û “Bijî berxwedana YPJ-YPG’ê hatin berzkirin. Girseyê alên YPJ û YPG’ê hildan û li navenda bajar mîtîng li dar xist.

Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk êrîşê Rojava kir. Ev nayê qebûlkirin. Em banga xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê dikin.”

19.22

DUSSELDORF

Kurdistanî û dostên wan li eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê, li dijî polîtîkayên zext û krîmînalîzekirina Kurdan meşek li dar xistin.  Bi hezaran kesên tevlî meşê bûn, bertekên xwe bi berzkirina dirûşmeyên ‘’PKK, gel e, gel li vir e’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’’ û ‘’Elmanya fînanse dike, Erdogan dide ber bombeyan’’ nîşan dan.

Di meşê de danezanên bi Elmanî hatin xwendin û xelkê Dusseldorfê hat agahdarkirin.

Meş, li ber avahiya kenalên weşanê yên Elman ên wek WDR, ZDF’ê bi lidarxistina mîtîngê bi dawî bû.

Hevserokên FED-MED’ê û nûnerên Dîe Lînkeyê di mîtîngê de yek bi yek axivîn. Bi axavtinên hatin kirin bang li dewleta Elman hat kirin ku qedexeyê ji ser PKK’ê rake û hat diyarkirin ku bi qedexeyê piştgiriya polîtîkaya qirkirinê ya berpêyî Kurdan tê kirin.

18.58

TOSCANA

Hêrsa Kurd û dostên wan ên Îtalî ya li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk, bi dawî nabe.

Li herêma Toscanayê ji 23’ê Mijdarê û vir ve, merasîm û çalakî tên lidarxistin. Îro jî bi tevlêbûna nêzê 200 Kurd û Îtaliyan li ber avahiya walîtiya Floransayê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de peyama hevpar, ji Partiya Çepgir a Şaredariya Floransayê Dmîtrîj Gabrîellovîc Plagî xwend.

Palagî xwest ku demildest bombebaran û êrîşên kîmyewî yên li ser Kurdistanê bi dawî bibin û destnîşan kir ku heta ku êrîşên qirkirinê bi dawî dibin, wê çalakiyên xwe bidomînin. Palagî got: “Em têkoşîna gelê Kurd silav dikin û divê bê zanîn ku em bi gelê Kurd re ne.”

18.31

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û endamên Defend Kurdistanê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê daketin qadan û qedexeya li ser PKK’ê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Hat diyarkirin ku Elmanya yek ji welatên ku serkêşiya qedexeyê dikin e.

18.19

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, hatin protestokirin.

Çalakî ji aliyê PYD a Nurnbergê ve û Mala Gel a Medyayê ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li ber avahiya Nurnberg a SPD’ê ve destpê kir. Di çalakiyê de alên PYD, YPJ-YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Nûnera PYD’ê ya Nurnbergê Naîme Hasan li vir axivî û bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û banga mezinkirina berxwedanê kir.

Piştre girse ber bi qada Plarrer ve bi berzkirina dirûşmeyan meşiya û dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

18.16

ZURÎH

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi meşekê hat şermezarkirin.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), girse li ber Gara Trenê ya li navenda Zurîhê hat ba hev. Li ser navê girseyê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş daxuyanî da.

Kardaş anî ziman ku berxwedana gerîla planên dagirkeran pûç kir û lewma vê carê êrîşê Rojava kirin. Kardaş destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên dagirkeriyê, her tim li qadan bin.

Piştre peyama li ser navê YJK-S’ê hat amadekirin hat xwendin. Girse bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin û heta qada Rahaûsê meşiyan. di meşê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qadên gerîla û komkujiyên ku dewleta Îranê li bajarên Kurdan pêk tîne, hat şermezarkirin.

18.13

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê bi sedan kes, li dijî êrîşên dewleta ên li ser Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî, ber bi Balyozxaneya Tirk ve meşiyan.

Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bê navber didomin. Kurdistanî û dostên wan her hefteyên çalakiyên cuda cuda li dar dixin. Çalakger îro li qada Castelanneyê hatin ba hev.

Girseyê pankartên “Bila demildest qada hewayî ya Rojava bê girtin”, “Tirkiyeya dagirker, Kurdistanê bombebaran dike” û “Em ê li dijî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê bi parêzin” vekirin û alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan. Bi hezaran kes ber bi Balyozxaneya Tirk ve meşiyan. Kurdistanî û dostên Kurdan tevlî meşê bûn. Dirûşmeyên “Em ê sala 45’emîn a PKK’ê bi serkeftinê tacîdar bikin”, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. Axaftinên li dijî dagirkerî û xiyanetê hatin kirin.

Erhan Karayazi li ser navê NCKD’ê axivî û qala durûtiya dewletên Ewropa û polîtîkayên qirêj kir. Karayazi ragihand ku her kes dizane ku Erdogan ê faşîst êrîşa provokasyonê ya li Stenbolê dike hincet û ji zû ve planên êrîşê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plan kiribû.