Kurd li dijî êrîşên kîmyewî li Yewnanistanê daketin qadan

Kurdên li kampa Lavrîo ya Yewnanistê ne, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, daketin qadan.

Kurdên li kampa Lavrîo ya li Yewnanistanê dimînin, bi pêşengiya TCŞ’ê û Navenda Çandê ya Kurd, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Piştî meşê gel li navenda sûkê civiya û ji bo şehîdên Kurdistanê û şoreşê rêz girt. Li vir li ser navê Navenda Çandê ya Kurd Erkan Erencî daxuyanî xwend û bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyanetê berde.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a hov, bi piştgiriya NATO’yê di serî de Başûrê Kurdistanê, dixwaze Kurdan li Kurdistanê tune bike. Lê Kurd careke din nahêlin qirqkirin çêbibe. Nahêlin Helebçeyeke nû çêbibe. Dewleta Tirk, li Kurdistanê sûcê şer dike. Ew jî wek Sedam dixwaze Kurdan bi çekên kîmyewî tune bike. Her kes bila bi vê rastiyê bizane û bertek nîşan bide. NY, YE, NATO û OPCW bila tiştên dikevin ser milên wan demildest bikin. Dinya tev jî dengê xwe neke wê Kurd dengê xwe bikin.“