Komîsyona Ewropayê: Herêma Euro wê bikeve resesyonê

Komîsyona Ewropayê texmînên xwe yên li ser sala 2023'an bi xurtî xist û ragihand ku heta dawiya salê wê Herêma Euro bikeve resesyonê.

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku Herêma Euro ya ku ji wan welatan pêk tê ku pereyê hevpar bi kar tînin, ji ber şerê li Ûkraynayê û zêdebûna buhayê enerjiyê, heta dawiya salê bikeve resesyonê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîtiya Ewropa, Herêma Euro û gelek welatên endam wê di çaryeka dawî ya vê salê de bikeve resesyonê."

Komîsyona Ewropayê ragihand ku biharê wê ji nû ve mezin bibe, lê belê texmînên xwe yên li ser sala 2023'an ji rêjeya jis edî 1.4 daxist ji sedî 0.3 rêjeyê.