KCÊ-E ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê banga alîkariyê kir û xwest, alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

Bi navê sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê banga xwedîderketina li mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de, kesên jiyana xwe ji dest dane, rahma Xwedê li giyana wan be, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Êşa gelê me, weraniya bajar û windahiyên gelê me dan, em gelekî êşandiye. Bi agahiyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, kesên hîn di bin mal û avahiyên wêranbûyî de mane, her diçe zede dibe.
Beramberî vê êşa mezin, em piştevanî û xwedîderketina gel û dostên xwe ji bo maxdûrên erdheja giran rû da, silav dikin, serferbûn û alikariya her kesekî ku ji bo pêçandina birîn û êşa vî gelî rabûye ser piyan, weke nirxekî giranbuha dibînin.
Di vê meha zivistanê de, rewşa herî giran de, perîşaniya gelê li ber çava ye. Çendî ev rûdana karesatê xwezayî jî be, em baş dizanin ku sedema ku ewqas windahî û xisarê, berpirsê van vê êşê rejîma dewleta Tirk bi xwe ye. Ji bo desthilatiya xwe, ji bo siyaseta xwe ya qirkirin û dagirkeriyê bimeşîne, li ser gelê Kurd şerekî taybet dimeşîne. Mirovên me ji gelek tiştan bêpar têne hiştin. Gelê me di bin şert û mercên herî zehmet de jiyana xwe bi rê ve dibin.
Ji bo vê, em bang li gelê xwe, civaka Êzidî di serî de dikin, ku bi hemû derfetên xwe, li gelê me yê mazlum xwedî derkevin.
Di rewşa herî giran û dijwar de, bi karesata Fermana 2014 me wek civaka Êzidî xwedîderketina gelê yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê qet ji bîr nekir.
Gelê me bi hezaran mirovên civaka Êzidî di mal û warên xwe de bi cih kirin, bi serferbûnek wisa mezin me dît ku dema li hevûdin xwedîderketin hebe, ew çend hêz jî ava dibe.
Rojên giran, barê giran bi xwedîderketina li hevûdin tên derbaskirin. Bi sedan xebatkar ji bo bermahiyên Fermanê xismetek bêhempa meçandin.
Ev xismet, ev nirxê pîroz, hişt ku birînên me hindik be jî, bên dermankirin.
Di rastiyê de, gelê me bi gelek aliyan pir fedekar e, di xwezaya xwe de pir dilrehm û dilsozên gel û welatê xwe ne. Îro dem dema wê ye ku em li gelê xwe manewî û madî xwedî derkevin. Li her cihekî em lê dimînin, kîjan welat dibe, bila bibe, divê em jî xwe tevlî karê ji bo alikariyê bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin:
"Bi erk û berpirsyarî em li ser navê sazî û pêkhateyên Êzidî bang li hemû Kurdistanî, dostên xwe, bi taybetî jî li civaka xwe dikin, ku bi rêya saziya Heyva Sor a Kurdistanê alikariya xwe bişînin.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Amanc: ERDHEJ ALÎKARÎ
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
www.paypal.me/heyvasorakurdistane