Ji KCDK-E’yê banga têkoşîna hevpar a demokrasiyê

KCDK-E‘yê bi boneya Roja Aşûreyê peyamek weşand û bal kişand li ser êrîşên li dijî perestgehên Elewiyan û banga geşkirina têkoşîna hevpar a demokrasiyê kir.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya Rojiya Miheremê û Roja Aşûreyê peyamek weşand.

KCDK-E’yê di peyama xwe de ev tişt got:

“Berxwedana Îmam Huseyîn û hevalên wî ya li Kerbelayê ya li dijî zilmkaran di serî de gelên Rojhilata Navîn, bû îlham ji xeta têkoşîna ji bo rastiyê re. Dewleta Tirk a yekhişmendî li erdnîgariya pirnasnameyî û pirbawerî ya Anatoliya û Mezopotamyayê, ji bo serwer kirina feraseta îslama sinî hemû rêbazên kirêt li dijî gelê me bi kar tîne.

Yezîdê ve serdemê Erdogan û ekîba xwe, di serî de Kurd û Elewî ji xwe re kirine hedef. Elewî, her tim rû bi rûyê zext û zilma rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne.

Êrîşên bi ser cemxane û tiştên pîroz ên Elewiyan de, nîşaneya asta vê neyartiyê ne. Bi armanckirina baweriya Elewiyan, hewila tunekirina yekîtiya navbera gel û baweriyan tê dayîn.

Çete, bi êrîşkirina pîrozweriyên Elewiyan, peyamên ji bo qetilamê didin. Lewma di roja Miheremê de jî li dijî zilmkarî û paşverûtiyê, divê mirov li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bibe yek û bi hêzên demokrasiyê re bi hevparî têbikoşe.

Li dijî tifaqa faşîst a zextker, em banga geşkirina têkoşîna demokrasiyê ya hevpar dikin. 

Bi boneya Rojiya Miheremê û Roja Aşûreyê, em carek din daxwaz dikin ku rojî û xizmeta dozdeh îmaman li lênûska heq bên nivîsîn.“