FEDA: Elewî wê li dijî çekên kîmyewî li Dusseldorfê bin

FEDA'yê ragihand ku Elewî wê di 12'ê Mijdarê de li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Dusseldorfê bin.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Dewleta ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne, ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve bê sînor êrîş û dagirkeriyên xwe yên li ser Rojava, Başûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Tevî êrîşên teknolojiya herî pêşketî ya ji hewayî û bejahî ve tê kirin û li hemberî gerîla nekarîn bi ser bikevin, bêyî ku qanûn û peymanên navneteweyî bigirin ber çavan, çekên kîmyewî bikar anîn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê vê carê bi panîka sûcê, dest bi hewldana înkarê kir.”

‘LI DIJÎ BÊDENGIYÊ EM Ê LI DUSSELDORFÊ BIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 25’ê Cotmehê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistina terorê’ 9 rojnamevanên Kurd hatin girtin.

Serokê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Endamê Lijneya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Profesorê Tiba Edlî Dr. Şebnem Korur Fîncanci di 26’ê Cotmehê de ji ber ku gotibû divê komîteyeke navneteweyî û bêalî lêkolînê bike, hate girtin.

Hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî OPCW, li hemberî çekên kîmyewî yên ku li ber çavê hemû cîhanê tê bikaranîn, rolê sê meymûnan dilîze; ew dibin şirîkê vî sûcê mirovahiyê.

Em ê wek Elewî li dijî vê helwesta bêdeng yê desthilatdar û zordaran di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê bin.

Li dijî zîhniyeta Nahakan em bibin dengê bindestan. Em ê li kêleka hêzên demokrasiyê bang li hemû saziyên navneteweyî û bi taybet OPCW û Neteweyên Yekbûyî bikin.

Ji bo OPCW berpirsyariyên xwe bi cih bîne û li ser çekên kîmyewî lêkolîn bikin, em ê di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê bin."