FEDA: Serdana Erdogan berdewamiya polîtîkaya îmhayê ye

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) bal kişand ser êrîşên li dijî saziyên Elewiyan û polîtîkayên asîmîlasyonê.

Di daxuyaniya ku FEDA’yê weşandiye de ev tişt hat gotin:

“Piştî êrîşên li ser sazî û rêveberên Elewiyan, serdanên Erdogan ên li pey hev ên li saziyên Elewî, pêkanînên îro yên stratejiya înkar û îmhayê ya dewletê ye.

Ji roja avabûna netew-dewletê heta niha, desthilatdarî bi qirkirin û qetlîamên ku li dijî Elewiyan pêk hatî re rû bi rû nehatiye. Bêyî ku êrîşên dawî bên ronîkirin ku di zîhniyetê de tu guhertin çênebûye, di serdana Erdogan a Dergeha Hûseyîn Gazî de jî diyar dibe. Li şûna ku bawerî û nirxên Elewîtiyê qebûl bike, asîmîlasyon li ser baweriyê tê ferzkirin. Armanca Erdogan a ji serdana ku Cemxaneya Huseyîn Gazî li gorî zîhniyeta tekperest û înkarker a dewletê dîzayn dike, wêneyên rêberên Rêyê (Rêya Heq) yên ku bi dîwarên cemxaneyê ve daliqandî rakir û li şûna wê sure û ayetên Qur'anê yên çarçovekirî dadileqîne; ev ne çareseriya pirsgirêkê ye.

Ji me Elewiyan tê xwestin ku em bi Îslama desthilatdar re bin û teslîmî zîhniyeta yekperest a dewletê bibin.

Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ê ku baweriya Elewîtiyê qebûl nake, di bin temînata makeqanûnê de cih nade, statuyê nade dergeh û cemxaneyan, di 20 salên desthilatdariya xwe de bi dehan êrîşên nîjadperest ên li dijî Elewiyan paşguh kir. Niha jî hemleyek qirkirina çandî, li hemberî bîranînên ku ev 33 sal in Elewî bi navê ‘Bîranîna Haci Bektaş-î Velî yên Navneteweyî’ organîze dikin ku dixwazin wek alternatîfekê çêbikin, daye destpêkirin.

Nirxên çandî yên ku sed sal in ne aîdê dewletê ne, mîna nêzîkatiya ji nasname û daxwazên siyasî yên rewa, bi manîpulekirina nirxên Elewîtiyê hewl dide naveroka wê vala bike. Dixwaze me ji bawerî û nirxên me dûr bixe. Dewleta qirker û înkarê dixwaze bi destê Erdogan qirkirina çandî temam bike. Ji ber vê yekê em qebûl nakin û bang li tevahî Elewiyan dikin ku xwedî helwest bin.

Li ser vê bingehê em her gav bang li Elewiyan dikin ku li dijî qirkirina çandî ya ku dewlet dixwaze pêk bîne, yekîtiya xwe ava bikin.

Eşkere ye ku ger em weke Elewî û saziyên Elewî ji bo daxwazên xwe yên bingehîn ên rewa û demokratîk neyên cem hev û bi hev re şer nekin, wê xwediyên mejiyê neheq her roj bi lîstikên nû baweriya me ya kevnar asîmîle bike û biguherîne. Ji bo vê jî divê em bi hêzên demokrasiyê re li dijî vê desthilatdariya faşîst a nîjadperest û zîhniyeta dewleta înkarker ji bo maf, edalet, azadî û mafên hemwelatîbûna wekhev têbikoşin. Di vê pêvajoya dijwar û tarî de ger em bibin Xizir û hevrêyê hev bin, em ê bi hev re bi ser bikevin, baweriya xwe ya qedîm bijîn û rastiya xwe ya baweriyê zindî bihêlin.

Em dibêjin îro dema nîşandana helwesta Huseyînî ya li hemberî Muawiye ye."