FCDK-KAWA: Werin em bi deh hezaran li Dusseldorfê bin

FCDK-KAWA’yê ji bo rabûna li ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker, banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir.

Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk FCDK-KAWA, xebatên xwe li eyaletên Hessen û Saarland ên Elmanyayê dike, têkildarê meşa ku wê 12’ê Mijdarê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên bi armanca dagirkirina Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Êrîşên bi çekên kîmyewî ku her roj bi dehan caran li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên kirin di esasê xwe de li dijî hemû Kurdan in.

Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku bi dengekê bilind li ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst rabibe.

Di serî de OPCW, hemû saziyên mijar dibe Kurd dengê xwe nakin, bila dengê xwe bikin û bi erka xwe rabibin.

Banga me li hemû Kurdan û dostên wan e ku bi xurtî tev li meşa navendî ku wê 15’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin, bibin.“