Erdogan serdana xwe ya li Berlînê betal kir

Serokkomarê Tirk Erdogan ku dihat payîn dawiya vê hefteyê biçe Berlîna paytexta Elmanyayê, geşta xwe betal kir. Hat zanîn ku Enqereyê li ser naverok û dema serdanê bi Berlînê re li hev nekiriye.

Hefteya çûyî çapemeniya Tirk, da xuyakirin ku wê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 27’ê Çileyê biçe bi du rojan li Berlîna paytexta Elmanyayê bimîne. Lê ji ber ku hikûmeta bi serokwezîriya Olaf Scholz bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li hev nekir, Erdogan dev ji çûyîna Berlînê berda.

Tora Karê Nivîsê ya Elman (RND) li gor agahiyên ji çavkaniyên nêzê rêveberiya Berlînê girt, da zanîn ku Erdogan serdana xwe ya li Elmanyayê betal kiriye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku têkildarê serdana Erdogan li Elmanyayê, Jens Plotner ê şêwirmendê Scholz û berdevkê qesra Erdogan Îbrahim Kalin hevdîtin bi hev re kiriye lê li hev nekiriye, ji wê boneyê Erdogan dev ji çûyîna Elmanyayê berdaye.

AKP’Ê LI ELMANYAYÊ DEST BI KAMPANYAYA HILBIJARTINÊ KIR

Tê têxmînkirin ku piştî Parlamenterê AKP’ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz ku li Neûssê bi alîgirên xwe re hat ba hev û Kurd û mixelefên rejîma Erdogan ji xwe re kirin armanc, hikûmeta Elman dev jê berdaye ku ji geşta Erdogan re bibêje erê.

Mebesta Erdogan ew bû ku beriya hilbijartinê li Elmanyayê bi alîgirên xwe re were ba hev û şovê bike. Lê hikûmeta Scholz ku berteka civaka Elman neda ber çavên xwe, bi baldarî nêzîkahî li xwepêşandanên desthilatdariya AKP-MHP’ê kir.

Lewra Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê bertek nîşanê civîn û gotinên Açikgoz da û bang li Sefaretxaneya Tirk kir ku biçe wezaretê.