Enternasyonalîst gihîştin Lozanê: Sînor ji fikirên Abdullah Ocalan re nîn in

Çalakgeran li ber avahiya ku Kurdistan bûye çar parçe, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji bo dinyayekê dixebitin ku mirov bi sînoran ji hev neyên veqetandin û wiha got: “Sînor ji fikirên Abdullah Ocalan re nîn in.“

Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi Meşa Dirêj kir, gihîştin Lozanê.

Roja duduyan a meşê, çalakger li qada Parc de L’îndépendance a bajarokê Morges ê girêdayê Lozanê hatin ba hev û saet di 10.00’an de meşiyan. Enternasyonalîstan ji bo bibîranîna kesên li Kurdistanê ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane potikên reş bi milê xwe ve girêdan. Çalakger, 20 km. rê çûn û gihîştin Qada Place de la Rîponne ya ku Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin.

Çalakgeran ku li qadê daxuyanî da çapemeniyê, destnîşan kir ku li avahiya ew li berê ne çarenûsa Kurdan diyar bûye û wiha û got: “Kurdistan di vê avahiyê de bûye çar parçe. Ji bo nîşan bidin ku em vê peymanê qebûl nakin û li ber parçebûna Kurdistanê radibin, em li vir daxuyaniyê didin.“

BANGA PIŞTEVANIYÊ BI MEXDÛRÊN ERDHEJÊ RE

Çalakgeran îşaret pê kir ku ji ber erdhejê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Dewlet alîkariyê bi bajarên Kurdan re nake. Daxwaziya me ji her kesî ew e ku bi gelê me re bibe alîkar ku ji ber erdhejê zerar dîtiye.“

 ‘BERXWEDANA HEVAL Û HOGIRAN GIRING E’

Endama Komîsyona Têkiliya bi Derve re ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK -S) Asmîn Engîn tev li daxuyaniya çapemeniyê bû, axavtinek kir. Asmîn bi xwestina sersaxiyê ji mexdûrên erdhejê re dest bi axavtina xwe kir û wiha axivî: “Erdhej, bûyereke xwezayî ye lê sedemên wê yên polîtîk li Kurdistanê hene. Gava em li kirinên niha tên kirin dinihêrin, bi rehetî dibînin. Gorbihuşt bin yên jiyana xwe ji dest dane. Di rewşeke wiha bi êş û azar de du roj bi ser meşa me ket. Em vê meşê ji bo Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Li dijî komploya navneteweyî berxwedana heval û hogirên Kurdan, giring e.“

Hevseroka Meclisa Gelê Kurd a Lozanê Hatîce Kangal jî enternasyonalîstên tev li meşê bûne pîroz kirin, anî ziman ku xemgîn e ji ber qewimîna erdhejê.

‘DIVÊ EM ABDULLAH OCALAN AZAD BIKIN’

Çalakgerê Meşa Dirêj a enternasyonalîst ê bi navê Aratz Eshanda ku aktîvîstekê Katalonya-Bask Întern Org Aser Askapenayê ye, axavtineke kurt kir. Eshanda diyar kir ku ew ê Peymana Lozanê şermezar dikin û got: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Divê em bi hev re têbikoşîn û wî azad bikin. Bijî Serok Apo.“

‘SED SAL IN KU ÎNKAR JÎ Û BERXWEDAN JÎ BERDEWAM IN’

Aktîvîsta Women Defend Rojava Hannah Wînter, metinê Women Defend Rojava ji bo xwendina li ber çapemeniyê amade kirî, xwend û bal kişand ser wê yekê ku sedsala Peymana Lozanê ye û mêtîngerî, zext berdewam in lê sed sal in ku berxwedan jî berdewam e.

‘EM JI BO CÎHANEK WISAN DIXEBITIN KU MIROV BI SÎNORAN JI HEV NEYÊN CUDAKIRIN’

Wînter wiha dewam kir: “Îro em bi mirovên ku ji erdnîgariyên cuda yên cîhanê re, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û weke parçeyek ê Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan li vir in. Fikrên Abdullah Ocalan çavkaniya hêviya civakên Kurdistanê û rêxistinbûnên cewherî ye. Lewma em li vir in. Sala 1923’an malbat çawa ku bi sînorên nû hatin xêzkirin, ji hev hatin cudakirin, em jî ji bo cîhanek wisan dixebitin ku mirov bi sînoran ji hev neyên cudakirin.“

FIKRÊN ABDULLAH OCALAN SÎNORAN NAS NAKIN

Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û ev du sal in em agahî jê nagirin. Her çiqasî ku hewl bê dayîn ku were îzolekirin, fikrên wî û xistina nava jiyanê nîşa dide ku sînoran nas nake. Peymana Lozanê, Parçekirina Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, li dijî hêviya jin û civakan tê kirin. Li dijî wê yekê ye ku civak xwe rêxistin bikin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.”

‘HÊZA ME HEYE KU EM ŞER BI DAWÎ BIKIN’

Hannag Wînter got ku bi Women Defend Rojava re ji bo ku li ba civakên Kurdistanê bin û wan biparêzin, kampanyayek dane destpêkirin û ev tişt diyar kirin: “Em dizanin ku hêza me heye em vî şerî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Ciwan çûn Bernê û tev li merasîma ku li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Bernê hat lidarxistin, bûn. Di merasîmê de têkildarî erdhej û geşedanên dawîn ên li Kurdistanê, agahî hatin dayîn.