Elmanya xwedî li sûcê êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk derket

Elmanyayê bersiv da bangên ji bo lêkolîna sûcên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û got “Rewşeke wisa tuneye ku lêpirsîn were destpêkirin.”

Artêşa Tirk ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker dabû destpêkirin. Gelek dîmen hatin weşandin ku dewleta Tirk di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Mehek berê Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) derbarê sûcên bi çekên kîmyewî raporek amade kiribû û xwestibû lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Parlementerê Partiya Çep Alî Al-Daîlamî rapora IPPNW û bang bir rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê. Parlementer Alî Al-Daîlamî ji hikumeta federal pirsî û got “Elmanya jî endamekî OPCW’yê ye, gelo wê Elmanya bixwaze ku di vî warî de lêpirsînek were destpêkirin?”

Misteşarê Wezîrê Karê Derve Anreas Mîchales bersiv da pirsa Alî Al-Daîlamî û diyar kir haya wan ji rapora IPPNW û ji daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar heye ku Akar diyar kiribû par wan bombeyên hêsirrêj bi kar anîne.

Mîchaelîs got “OPCW dikare biryarê bide ku Tirkiye li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî tevdigere yan na.”

Mîchaelîs derbarê daxwaza ku bila IPPNW lêpirsînekê bide destpêkirin jî got “Li gorî Hikumeta Federal rewşeke wisa tuneye ku lêpirsîn hewce bike.”

ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN LI DÊRSIM Û HELEPÇEYÊ JÎ JI ELMANYAYÊ ÇÛBÛ

Rêveberiya Berlînê bi vê daxuyaniyê piştgirî da sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî dike. Berlînê berê jî çek û gazên kîmyewî firotibû hêzên ku Kurdistan dagir kirine.

Çend sal berê derketibû holê ku hikumeta Tirk ji Elmanyaya Naziyan tesîsatên ji bo gazên jehrî yên  Chloracetophenon û Îperît têxin bombeyan, kirîbû.

Dewleta Iraqê jî di salên 1960’î de ji bo têkbirina Şoreşa Başûrê Kurdistanê gelek caran çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar anîbû. Demeke dirêj welatên rojavayê dinyayê li hemberî van sûcên dermirovahiyê bêdeng man û bi ser de çekên kîmyewî dan artêşa Iraqê. Rejîma Seddam Huseyîn bi alîkariya fîrmayên Elmanyayê çekên kîmyewî hilberand û Helepçe di serî de gelek caran ev çek û gaz li dijî gelê Kurd bi kar anîn.

Fîrmaya ‘Water Engîneerîng Tradîng’ a Hambûrê teknîka ‘cîvatekirinê’ şand ji dewleta Iraqê re û bi vî awayî devê 20 bombeyên ku Helepçe bomberdûman kiribû, hatibû girtin.

Fîrmaya W.E.T a ku parçeyên wesayîtan çêdike û navenda wê li Bayernê ye, bi qasî 7 milyon markan qalikên bombeyan û pergala teqandinê firotibû rejîma Saddam Huseyîn. Ji bo peydakirina gazê fîrmaya Karl Holb a li Hessenê jî maddeyên kîmyewî û alavên labaratûvarê hilberand.

Rêxistinên serbixwe yên navneteweyî diyar kirin di hilberandina bombeyên kîmyewî de yên li dijî Helepçeyê hatine bikaranîn, para fîrmayên Elmanyayê herî kêm ji sedî 52 ye. Di sala 1990’an de hatibû xwestin li Meclîsa Federal komîsyoneke lêkolînê were avakirin lê hikumeta Helmût Kohl a wê demê pişta bazirganên şer girtibû û ser skandalê girtibû.