Dr. Mansoûran: Bi awayekî eşkere li holê ye ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye û divê dadgerên serbixwe, parêzer û malbat hewldanan bikin.

Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî sûcên şer dike. Li hemberî van sûcên şer di asta global de jî nerazîbûn tên nîşandan. Li Ewropa û her dera dinyayê ronakbîr, siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen nerazîbûnê nîşanî êrîşên kîmyewî yên li qadên gerîlayan dide.

Dr. Abbas Mansoûran jî bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk gazên Tabûn, Klor û Mûstardê bi kar tîne.

Dr. Abbas Mansoûran bi silavkirina berxwedana dîrokî û wêrek a şervanên azadiyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û ya gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir û got “Min jî li wan vîdeo, wêne û dokumanên hatine weşandin, temaşe kir. Bi eşkereyî tê dîtin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne û li dijî mirovayetiyê sûcekî şer tê kirin. Tirkiye ne cara pêşîn e ku vî tiştî dike, ji zû ve ye sûcên şer dikin.Di salên 1992, 1995 û di sala 2019’an de li Serêkaniyê û piştî sala 2019’an jî li çiyayên Kurdistanê ev çekên qedexe yên kîmyewî bi kar tînin û Tirkiye sûcê şer dike.

BOMBE Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN HATINE BIKARANÎN

Ez li gorî tecrubeya xwe dibêjim, dibe ku Tirkiyeyê bombeya Sarînê bi kar aniye. Berê jî ev bombe li Sûriyeyê hatibû bikaranîn. Di nav van de gaza Tabûnê jî heye. Dibe ku Klorofine ango gaza klorê sulfur SM yan jî wekî ku min gotiye gaza Sarînê GB yan jî gaza Mûstarê AD hatiye bikaranîn. Ev çek û gaz qedexe ne. Ev gaz pergala masûlkeyan dide sekinandin û yekser bandorê li pergala sînîrê dike. Ev gaz gelekî xetere ne. Bi lêkolînên biçûk jî dikare were tespîtkirin ev gaz hatiye bikaranîn. Li ser kesên ev gaz li ser wan hatine bikaranîn, li ser axê û ji bermahiyên bombeyan jî ev tişt dikare were îspatkirin. Em dizanin ku Tirkiye wan bombeyan bi kar tîne, li hinek fûarên çekan nîşan dide û bi ser de difiroşe jî.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û DEWLET DIBIN ŞIRÎKÊ SÛC

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir rêxistin û Konseya Neteweyên Yekbûyî û saziyên din xwe di van mijaran de pir baş difiroşin û ev sazî bi rastî ji bo gel naxebitin û got “Ew ji bo dewletan dixebitin, Neteweyên Yekbûyî ji bo dewletan dixebite, mînak Tirkiye endamê NATOyê ye, welatên endamên NATOyê welatên herî girîng ên Neteweyên Yekbûyî ne. Ev welat piştgiriyê didin hev, lewma jî bêdeng in. Di sala 2019’an de dema ez li Serêkaniyê bûm, min ji wan xwest ku NY heyetekê bişîne û alîkariya lêkolîna li ser çekên kîmyewî bikin. Wê demê jî qebûl nekirin ku ji Silêmanî werin Hewlêrê li ser kesên ev gazên kîmyewî bandor li ser wan çêkiriye, lêkolîn nekirin. Di vî warî de dewletan tu carî alîkariya me nekirin. Bi vê bêdengiyê destekê didin sûcên Tirkiyeyê û ew jî şirîkên sûcan in.”

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir ku OPCW daxuyanî daye û gotiye “Bêyî banga dewletan em nikarin gavekê biavêjin” û bal kişand ser vî tiştî ku ev daxuyaniyeke gelekî trajîk e û got “Ji sûcdaran tê xwestin ku sûcên xwe lêkolîn bikin. Ev jî rewşek komîk û di heman demê de xemgîn e jî. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye. OPCW ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye, lê saziyek paralel e û pêwîst e li ser tawanên şer li welatên Neteweyên Yekbûyî jî lêkolînê bike. OPCW bi rastî navnîşana rast e ji bo lêkolînan bike lê mixabin peywira xwe bi cih naynin. Bêdengiya OPCW bi rastî dibe sedem ku yên van sûcan dikin sûcên xwe bidomînin.”

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir divê dadgeheke navneteweyî were avakirin û got “Divê dadgeheke navneteweyî wek ya şerê Vîetnamê bê avakirin. Berê jî hatiye kirin, ji dadger û parêzerên serbixwe tê xwestin ku gazî Den Haag an Hague bikin. Divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Divê parêzer û dadger û dozgerên serbixwe yên navneteweyî vê bangê bikin. Bi vî awayî saziyên navneteweyî jî dikarin seferber bibin. Ev sûcê şer û di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Ger malbatên kesên ku li dijî dewleta Tirk bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin li dadgehê dozê vekin, dibe ku ev yek bi bandortir be û OPCW wê di doza ku were vekirin de lêkolînan bike. Divê ev dosya îspat bike ku mirov bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Malbat li şûna ku li benda vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî yan jî saziyên din bin, divê demildest vê dosyayê amade bikin û bi rêya dadgehan serî li trîbunalên navneteweyî bidin.”

PDK DIBE SEDEMA QETILKIRINA GELÊ KURD

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir divê PDK ji polîtîkaya xwe vegere û got “Dîrok wê binivîsîne ka wan çi xeletî kir. Tişta ku PDK dike bandorê li tevahiya Kurdistanê dike, divê şerm bikin, bi alîkariya Tirkiyê û bi qetilkirina mirovan rûyê xwe reş dikin. Helbet di pêşerojê de malbatên kesên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane wê hesab ji PDK’ê bipirsin. Hêvîdar im ku PDK yekser vê nêzîkatiya xwe biguherîne û dest ji alîkariya komkujiyê berde. Ji ber ku ew hevkarê vî sûcî ne û bûne sedema kuştina gelên Kurdistanê.”

MIN DÎTIBÛ KU 100 KES BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE KUŞTIN

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir piştî êrîşên Tirkiyê ew ji bo alîkariya birîndaran çûbû Serêkaniyê û Qamîşloyê û got “Min cara yekem li nexweşxaneya Hesekê çend birîndar dîtin, min dît ku zêdetirî 100 kes li wir di encama êrişên kîmyayî de jiyana xwe ji dest dane. Di nimûneyên ku min şandibûn Swîsreyê û di lêkolînên ku li laboratuarên vir hatin kirin de hat îspatkirin ku bombeyên fosfora spî hatine bikaranîn. Min raporek ji 18 rûpelan pêk tê, bi piştgiriya doktorên din dosyayek bi wêne û dîmen û nimûneyên cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, amade kir. Ev hemû dosya ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin, mixabin pêvajoya koronayê ket navberê û dadgeha ku me vekir dereng ket. Niha dadgeha mafên mirovan a navneteweyî pêşniyaz dike ku ev dosya careke din nirxandin. Ev doz hê jî didome.”

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir rapora wî pêşkêşî OPCW’ê jî hatibû kirin û got “ Min li ser vê mijarê daxwaza hevdîtinê ji OPCW re kiribû û min xwestibû serdana ofîsa wan bikim. Ji roja ewil ve qebûl kiribûn. Lê dema ku min dixwest di ser Parîsê re biçim wir, xeber ji min re şandin û gotin ku hewce nake em rû bi rû hev bibînin. Wan got ku ew dikarin bi komek fîzîknas û kîmyazan re li ser nimûneyan lêkolîn bikin û bi min re neaxivîn. Min tenê belge, delîlên laboratuarê dane wan, diyar e ku fosfora spî tê bikaranîn, lê OPCW tenê got ku qedexe ye, wê demê jî alîkariya me nekir.”

Dr. Abbas Mansoûran diyar kir wê lêkolîna xwe bidomîne û got “Her kesê ku dibêje ez mirov im, divê vê berpirsiyariyê di xwe de bibîne. Bi rastî jî divê komek heyet bên avakirin û heyetek ji doktor û lêkolînerên fîzîknasan pêk tê bişînin herêmê. Divê di asta navneteweyî de bi mexdûran re piştgirî bê nîşandan û li dijî van sûcên Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî û saziyên din dosyayên cidî bên vekirin. Belê, ger derfet hebûya min jî dixwest ez biçûma herêmê  û min lêkolîn bikira.”