Nobeta Azadiyê: Divê tecrîd bê şikandin

Nobeta Azadiyê di heftiya 530’emîn de berdewam dike. Koma nû a Nobeta Azadiyê ya di sala xwe ya 11’emîn de li Strasbourgê dewam dike, dewr girt, diyar kir ku divê tecrîd bê şikandin.

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeda Azadiyê li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, kete hefteya 530’emîn de. Nobed, li nuqteya hevpar a saziyên Ewropayê lê digihîjin hev, dewam dike. Her hefteyê Kurd û dostên wan, nobedê dewir digirin. Di hefteya 530’emîn de, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a li bajare Kîelê, nobed dewir girt.

Vedat Sevaci, Ramazan Oncu, Cemîl Îlbaş û Îskan Dûdaş, di nav koma nobedar de ne.

Vedat Sevaci li ser navê komê axivî û got: “Tecrîdek giran li ser Rêber Apo ye. Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser gelê Kurd e. Divê teqez tecrîd bê şikandin.“

Sevaci anî ziman ku ew di pêvajoyek a ku li dinyayê heq û hiqûq nîn in re derbas dibin û got: “Kes piştgiriyê nade Kurdan. Daxwaza me azadiya Rêbertiyê ye.“

Di dawiya axaftina xwe de Vedat Sevaci, berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê silav kir û banga geşkirina berxwedanê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla kir.