DEM-NED'ê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

DEM-NED'ê ji bo meşa li Dusseldorfê ku wê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Her wiha dem û cihê birêketina otobusan eşkere kir.

Desteya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê (DEM-NED) daxuyaniyek weşand û got, "Li dijî polîtîkayên qirker, mêtinger ên dewleta Tirk, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li gerîla derkevin. Dewleta Tirk ku ji 17'ê Nîsanê û vir ve bi rengekî bêperwa li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne, hewl dide gelê Kurd bê nefes bihêle. Di rewşa heyî de artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîla têk çûye, bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî werdigire bi rengekî eşkere çekên kîmyewî û taktîk li hemberî gerîla bi kar tîne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Ev yek bi berxwedana gelê Kurd hate teşhîrkirin. Em jî li ser vê bingehê ji bo bibin nefes ji gerîlayên azadiyê re bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meşa navendî ya li Dusseldorfê bibin. Bi dirûşma 'Li dijî çekên kîmyewî roja greva neteweyî ya li derveyî welat' em seferber bibin."

DEM Û CIHÊ BIRÊKETINA OTOBUSAN

Di daxuyaniyê de li ser dem û cihê birêketina otobusan jî ev agahî hatin dayin:

"Den Haag:
Radarstraat 23, 2525 KC Den Haag
Saet: 07:00
Rotterdam:
Post-Sideling, 3043 Rotterdam
Saet: 07:30
Dortrecht: 07:45
Zaandam:
Symon Claeszstraat 2, 1502 VE Zaandam
Saet: 06:00
Arnhem:
Rijnhal, 6846 DB Arnhem
Saet: 08:30."