Partiya Sosyalîst têkildarî êrîşên dagirkeriyê pêşnûme da Meclîsa Swîsreyê

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Christian Dandres bi mebesta lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, pêşnûme da Meclîsa Federal a Swîsreyê.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Christian Dandres bi mebesta lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, pêşnûme da Meclîsa Federal a Swîsreyê. Parlamenter Christian Dandres, di pêşnûmeyê êrîşa dewleta Tirk ya di 18’ê Tebaxê de li ser dibistana zarokên keç a li gundê Şemoka yê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê bibîrxist.

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşa hewayî zarokên bi navê Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo li hewşê bi voleybolê lîstiye, qetil kirine.

 Parlamenter Christian Dandres, pirsa “Hûn qetilkirina zarokan wek sûcê şer dibînin?“ û bi domdarî ev pirs ji parlamentoyê kirin:

“Swîsre, ji Tirkiyeyê re alav û amûrên şer dişîne? Eger ku wisa be, bi taybetî di çarçoveya şerê li dijî Kurdan li Sûriye û Iraqê tê kirin de, ji bo ev alav û amûr di binpêkirina hiqûqa navneteweyî de neyên bikaranîn bergiriyên Swîsreyê çi ne?

Ji bo Tirkiye rêzê ji mafên mirov ên navneteweyî ku bi Peymana Mafên Sivîlî û Siyasî yên Neteweyên Yekbûyî hatine mîsogerkirin re bigire, Swîsre çi dike?

Meqamên rayedar ên Swîsreyî, soza darizandina rayedarên leşkerî û siyasî yên Tirk mirov ji wan bi şik û guman e ku sûcên li dijî mafên mirovî yên navneteweyî kirine gava li Swîsreyê bin dide?“