Li Hessenê maseya krîzê hat avakirin

Piştî erdheja li Mereş, Semsûr û Dîlokê rabû û bandora xwe li 10 bajaran kir, Kurd û dostên xwe yên li eyaleta Hessen a Elmanyayê, hatin ba hev û Desteya Koordînasyonê û Maseya Krîzê ava kir.

Navendên civaka Kurd ên li eyaleta Hessen a Elmanyayê, YJK-E Hessen, Kongreya Avakirina Dersimê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereşê û komeleyên herêmê, ji bo bibin piştevan bi mexdûrên erdhejê re, Maseya Krîzê û Desteya Koordînasyonê ya Erdhejê ava kir.