Ciwanan li Marsîlyayê çalakiya rê girtinê li dar xist

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo balê bikişînin bi ser êrîşên bi çekên kîmyewî, rêya sereke li çûyîn û hatinê girt.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin bi ser êrîşên bi çekên kîmyewî, li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya rê girtinê li dar xistin.

Ciwan, li ser rêya Boûlevard Bûlerê dest bi meşê kirin. Ciwanan, pankarta wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hildan û rêya sereke bi alên PKK’ê û şevçirayan, girtin.

Ciwanan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Ciwanan, banga zêdekirina çalakiyên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, kir.