'Artêşa Tirk sûcdar e'

Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk û ji pîrên Ocaxa Dervîş Cemal Riza Yagmûr anîn ziman ku artêşa Tirk ji ber çekên kîmyewî sûcdar e û destnîşan kirin ku mezlûm hemû divê li ber rabe.

Hevserokê FEDA'yê Demîr Ç elîk û ji pîrên Ocaxa Dervîş Cemal, Riza Yagmûr li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkeran ji ANF'ê re axivîn.

Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk anî ziman ku artêşa Tirk bi çekên ji teknolojiya dawî êrîşî gerîla dike, dike nake nikare encamê bi dest bixe û got, "Artêşa Tirk tevî PDK'ê û çeteyên ji Sûriyeyê peyda kiriye êrîşan dike. Bi piştgiriya leşkerî û îstîxbaratî ya NATO, DYE û dewletên din ên emperyalîst 7 meh in êrîşan dike. Gerîlayên Kurd li hemberî van êrîşan bi rengekî destanî li ber xwe didin. Dewleta Tirk her cûre amûrên şerê qirêj di vî şerî de bi kar tîne. Tevî vê yekê li hemberî gerîlayên, ku xak, ziman, nasname û çanda xwe diparêzin, nikare bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Ev jî têrê nake çekên kîmyewî û bombeyên qedexe yên nukleerî bi kar tîne. Dewleta Tirk ku kîmyasal û bombeyên nukleerî yên sûcên şer û li dijî mirovahiyê ye, bi kar tîne. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk di şer de gelekî tengav bûye. Berdevkên desthilatdariya faşîst ku digotin wê di nava çend rojan de ala xwe biçikînin, tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûn bi ser neketin, lewma jî dest bi nixumandina têkçûna xwe kirin, dest bi înkarkirina sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kirin."

DI QIRKIRINÊ DE ISRAR DIKIN

Çelîk bi bîr xist ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dike ku bi xwe jî aliyekî van peymanan e û got, "Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk û pispora Tip a Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku got, bila mijara bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn hate girtin. Siyasetmedar, hunermend, rewşenbîrên ku bang li dewletê kir ku li hemberî mijarê bi berpirsyarî tevbigerin hatin lînçkirin. Ev nêzîkatî nîşan dide ku dewlet di şerê qirêj de gelekî tengav bûye. Di vê pêvajoyê de dewleta mafya-çete-polîs li dijî Kurdan li hemberî Elewiyan di qirkirina fîzîkî û çandî de israr dike."

BÊHURMETIYA LI MIRIYAN

Çelîk anî ziman ku dewleta Tirk kesên ku li hemberî gerîla dide şerkirin bi gotina 'dema hûn mirin hûn ê şehîd bikevin' îqna kiriye û got, "Bi wan peymanê dide îmzekirin ku dema mirin, wê dewlet li cenaze biryarê bide. Bi saya vê yekê hewl didin cenazeyan ji civakê veşêrin. Qîma xwe bi vê jî nînin, cenazeyên kesên ku ji wan re dibêje 'şehîd' dişewitîne û teslîmî malbatên wan nake. Cihê vê yekê di hiqûqa şer de nîne. Lê belê em ji nêzîkatiya dewletê ya li miriyên Kurdan zanin ku hurmeta wan ji miriyan re nîne. Ji cenazeyê ku li kêleka rê hatin veşartin, ji cenazeyên ku bi kargo hatin şandin, ji cenazeyên ku di kîsekî radestî bavê wî hate kirin, em vê hovîtî û kiryara li dijî mirovahiyê zanin. Dewleta Tirk hewl dide bi her awayî Kurdan biêşîne. Niha heman kiryarê li cenazeyên xwe jî dike. Ev yek jî nîşan dide ku gelekî tengav bûye û ji mirovahiyê derketiye. Êdî ti nirxên mirovî û Îslamî ji xwe nîne, bêwate bûne. Di vir de ti pîvan û sînorî nas nake."

Çelîk anî ziman ku nabe mirov rehmê ji serwer û zaliman hêvî bike û got, "Bi navê gel û baweriyên mezlûm/mexdûr ên Mezopotamyayê, divê li dijî vê hovîtî û barbariyê em berpirsyariyên xwe yên wijdanî û mirovî bi cih bînin."

ŞEWITANDINA CENAZEYAN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Pîr Riza Yagmûr jî diyar kir ku artêşa Tirk di şerê dijî gerîla de bi salan sûcê şer kiriye û got, "Sîstema dewleta Tirk sîstema Mûaviye û Yezît e. Di dema xwe de Yezît li Kerbelayê bi artêşa xwe ya ji deh hezaran kesî dor li malbata 72 kesî ya Îmam Huseyîn girtibû, êrîş kiribû û her kes qetil kiribû. Ev sîstem û feraset bi heman rengî ye. Dîrok dubare dibe. Niha jî artêşa Tirk bi heman mejî bi dîn û har, bi zalimane êrîşî Kurdan dike û ewladên gelê Kurd qetil dike. Gazên kîmyewî ku bikaranîna wan bi peymanên navneteweyî teqez qedexe ye, bêpîvan bi kar tîne. Ev yek neheqî ye, zalimtî ye, guneh e. Ji bo dawî li vê yekê bê anîn divê mezlûm hemû bi hev re tevbigerin. Ev mejiyê Yezît bi nêzîkbûna hilbijartinê re hîleyeke ku neke nîne. Li qada şer bombekirin û şewitandina cenazeyên leşkeran cihê xwe di nava ti nirxên bawerî û mirovahiyê de nîne. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li dijî vî sûcî divê gelên mezlûm hemû bi hev re tevbigerin."