Şehîd Senar Zagros li Marsîlya û Parîsê hat bîranîn

Di çalakiyên bîranînê yên ji bo Şehîd Senar Zagros ê di 9’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûbû li Marsîlya û Parîsê hatin lidarxistin de, dilsoziya bi şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê re û biryardariya têkoşîna ji bo Kurdistanê hate vegotin.

Ji bo Senar Zagros (Serhat Goksu) yê di 9’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûbû, li bajarê Marsîlya yê Fransa û banliyoya Evry a paytext Parîsê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Senar Zagros çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn ku saet di 19:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê hate lidarxistin, di şexsê Şehîd Senar de bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiyê destpê kir. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

PARÎS

Di pêşengiya TCŞ’ê û Komîteya Malbatên Şehîdan de ji bo Şehîd Senar Zagros ku di 9’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûbû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry’yê (DKTM) merasîmek hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî rêzgirtinê nûnerê CDK-F’yê mafê axaftinê girt, bal kişande ser fedekarî û rêhevaltiya bêhempa ya Senar Zagros. Her wiha anî ziman, “Piştî ku Şehîd Senar Zagros birîndar bû jî, ji bo şoreş û Kurdistanê careke din li berxwe da. Demeke dirêj li berxwe da. Herî dawî ji ber giraniya birîna xwe tevlî karwanê şehîdên şoreşê bû. Şehîd Senar Zagros tevî şert û mercên dijwar û exlaqê şer ê hovane û dijmirovî yê dijmin di temenekî wisa ciwan de karî bibe fermandar û pêşeng. Li çar parçeyên Kurdistanê gav bi gav geriya û karî ku ji bo gelê xwe şer bike û li wir şervanên baş perwerde bike. Heval Senar berhemê berxwedaneke baş bû û dixwest ku şûngirên wî jî wisa bin. Îro rêhevalên wî li Zap, Metîna û Avaşînê destanan dinivîsin. Di vê serdemê de berxwedan û şerkirin ne normal e. Lê gerîla di şexsê şehîdan de tolê ji dijminî hiltîne. Keç û xortên Kurdan îro ji bo mirovahiyê dîrokeke nû dinivîsin. Dîrokek nû tijî lehengî. Ev ruhê berxwedanê di şexsê Rêber Apo de bi destê hemû gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên berxwedêr hatiye afirandin. Di şexsê şehîd Senar Zagros de em careke din hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsozmayîna li ber bîranîna wan nû dikin.”

Piştre nûnerê ku li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Evry tevlê bîranînê bibû mafê axaftinê girt; Di nava axaftina xwe de anî ziman ku di van şerên giran de, dilsoziya bi şehîdan re û xwedîderketina li wan dilsoziya li hemberî jiyanê ye. Nûner bi bîr xist ku gelê Kurd hebûna xwe deyndarê Serok Apo û şehîdan e û her wiha bang li gelê Kurd kir ku xwedîderketin û têkoşînê mezin bikin.

Di axaftina li ser navê TCŞ'ê de hat bibîrxistin ku Senar Zagros di pêvajoya Berxwedanên Xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê de, di berxwedana Geverê de li eniya herî pêş cih girt û got, “Soza me ji bo rêheval Senar ku ji bo ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê mîraseke mezin hiştiye ewe; Em ê bi têkoşîna ku wê dijmin bişkîne û het ku azadiya Kurdistanê misoger bibe em ê mîna Senar li berxwe bidin û mezin şer bikin.”