Êrîşên bi çekên kîmyewî li Leîpzîgê hatin protestokirin

Kurdistaniyan, gava Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz serdana Leîpzîgê kir, bi konvedanê bal kişandin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdan.

Kurdistaniyan, li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, gava Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz serdana bajêr kir, bi armanca teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastina Medyayê, kon veda.

Kurdistaniyên berêvarkî li ber avahiyeke Scholz lê bi cih bû, kon veda, bi lixwekirina cilên xwe parastina ji êrîşên bi çekên kîmyewî û hildana pankartan bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Bi daxuyaniyên hatin dayîn, hat gotin ku di serî de Elmanya, dewletên NATO’yê di êrîşan de şirîkên dewleta Tirk in.

Çalakî heta direngiya şevê berdewam kir.