Çalakiya “Ji Ecevît Pîroglû re azadî“ li Berlînê hat lidarxistin

Bi daxwaza rawestandina radestkirina Tirkiyeyê û berdana Ecevît Pîroglû yê li Sirbîstanê di girtîgeha ku tê de ye çar meh in di greva birçîbûnê de ye, li Berlînê çalakî hat lidarxistin.

Bi daxwaza berdana şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû yê bi ji ber zextên dewleta Tirk çû Sirbistanê û 25’ê Hezîrana sala 2021’î li wir hat girtin, li ber Balyozxaneya Sirbistanê ya li Berlîna paytexta Elmanyayê çalakî hat lidarxistin.

Çalakgerên bi pêşengiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî Gelan (HBDH) hatin ba hev, dosyeya tê de behsa rewşa Ecevît Pîroglû dihat kirin radestî rayedarên balyozxaneyê kirin.

Meclîsa Jinan Destan, Nav-Berlîn û ATÎK’ê jî piştgiriya çalakiyê kir.

Di danezana hat xwendin de, hat diyarkirin ku Ecevît Pîroglû ji sala 1992’yan heta bi niha li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, edalet û aştiyê têkoşiyaye, ew nûnerekê mirovên bindest e, ji ber xebatên xwe yên siyasî çend caran hatiye girtin û cara dawîn ji bo careke din nekeve girtîgehê neçar maye ku sala 2021’î terka Tirkiyeyê bike.

Îşaret pê hat kirin ku Pîroglû ji bo radestê Tirkiyeyê neyê kirin ji 2’yê Hezîrana sala 2022’yan heta bi niha di greva birçîbûnê de ye û gelek kîlo daye, hiş çûye û jiyana wî di xeteriyê de ye.

Hat diyarkirin ku hikûmeta Sirbistanê 7’ê Îlonê Erdogan li welatê xwe kiriye mêvan, dilê hikûmetê lê ye ku Pîroglû bike bi qurbana gotûbêjên li ser firotina çekan û wiha hat gotin:“Li gor yasayên Sirban, darizandineke wiha dirêj ji ber ku wek hiştina bêpar ji azadiya xwe tê qebûlkirin, her kesê ku 12 mehan girtî bimîne, darizandin dewam bike jî divê serbest bê berdan. Banga me li hikûmeta Sirb ew e ku Ecevît Pîroglû demildest berde û mafê wî yê penaberiya siyasî nas bike û tedawî bike.“