23 meh in li ber NY’yê çalakî tê lidarxistin

Çalakgerên Cenevreyê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê dan û gotin ew li kû bin jî ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.

Du sal in ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye“ de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Ji 25’ê Çileyê 2021’î heta bi niha Kurdistanî her roja Çarşemê li dora konê berxwedanê ku li qada Place des Nationsê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye li çalakiya rûniştinê dewam dikin. Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Aşirbayev axivî.

Aşirbayev diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin şertên giran ên tecrîdê di Girteha Îmraliyê de girtî û 20 meh in tu agahî jê nayê girtin û ev tişt gotin: “Şandeya CPT’yê di serdana xwe Îmraliyê de hevdîtin bi Rêbertiya me re nekiriye. CPT’yê li ser tenduristî, ewlehî û jiyana Rêbertiya me tu daxuyanî nedaye. Lewma fikarên me yên têkildarê jiyan û ewlehiya Rêbertiya me zêde bûne. Dewleta Tirk a dagirker ewlehî û jiyana Rêbertiya me li dijî me Kurdan wek navgîneke xwarina gefan bi kar tîne û êrîşê Kurdan û Kurdistanê dike. Em van sûcên şer ên li dijî mirovahiyê teşhîr dikin. Em li kû bin jî em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe biqîrin.“

Hevserokê Erdal Atasoy jî berpirsyarî NY û CPT û saziyên din ên rayedar bi bîr xistin û wiha pê de çû: “CPT ya ku di bin kontrola NY û hêzên rojavayî de ye dengê xwe ji gefên li ser jiyan û ewlehiya Rêbertiya me re nake. Ev sazî û dewlet divê baş bizanin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya Kurdan û Kurdistanê ye. Kurd çawa berê li Rêbertiya xwe bûbin xwedî wê îro jî li dijî êşkenceya tecrîdê têbikoşin û Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin.“

Piştî axavtinan, çalakgeran pişta xwe da Ofîsa NY’yê û dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi demeke dirêj dirûşme berz kirin.