CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Koreya Bakur sîstema nû ya çekê ceriband
Koreya Bakur di çarçoveya "zêdekirina kapasîsteya parastinê û hêza şerê nukleerî" ceribandineke nû ya leşkerî kir. -
Rûsya: Hema bêje temamî Marîûpol ketiye destê me
Rûsyayê ragihand ku hema bêje temamiya bajarê Marîûpolê yê Ûkraynayê ku xwedî taybetmendiyeke stratejîk e, xistiye destê xwe. -
Perû dixwaze bi 'xesandina kîmyewî' kesên dest diavêjin zarokan ceza bike
Serokkomarê Perûyê Pedro Castillo diyar kir ku hikumeta wî dixwaze cezayê 'xesandina kîmyewî' li kesên dest diavêjin zarokan, bibire. -
Artêşa Nîjeryayê êrişeke hewayî bir ser DAÎŞ'ê: Bi dehan çete hatin kuştin
Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê ragihand ku li Dewleta Îslamê ya Efrîkaya Rojava xistine ku bi ser çeteyên DAÎŞ'ê ve ne û di encamê de zêdeyî 70 'terorîst' kuştine. -
5 milyon kes ji Ûkraynayê reviyane
Li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka şerê Ukraynayê ku di 24’ê Sibatê de destpê kir, derdora 5 mîlyon kes welatê xwe terikandine. -
Li Efrîkaya Başûr lehî: 400 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Efrîkaya Başûr bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Mescîd-Aksayê şer: Herî kêm 100 kes birîndar bûn
Li Girê Perestgehan a Mescîd-î Aksa ya Qudûsê di navbera çalakvanên Filîstînî û polîsên Îsraîlê de şer çêbû. Herî kêm 100 kes birîndar bûn. -
Li Fîlîpînê ji ber bahozê 117 kes mirin
Li Fîlîpînê ji ber bahoza Megiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hate ragihandin heta niha 117 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Efrîkaya Başûr lehî: Herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Efrîkaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû. Di vê lehiyê de herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bobelatê de bi hezaran mal hilweşiyan. -
Li Efrîkaya Başûr lêhî rabû: 253 kesan jiyana xwe ji dest da
Li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Efrîkaya Başûr lehî rabû. Di lehiyê de 253 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Fînlandiya wê di nav çend hefteyan de biryara 'NATO' bide
Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn ku serdana Swêdê kiribû ragihand ku ew ê di nav çend hefteyan de biryara xwe ya endamtiya NATO’yê bidin. -
Li Nîjeryayê êrişên çekdarî: 24 kes mirin
Li eyaleta Benûe ya li navenda Nîjeryayê çekdaran 24 kes qetil kirin. -
Li Fîlîpînê hejmara qurbaniyên bahoza Megî gihîşt 58 kesî
Hejmara mirovên ku ji ber bahoza Megî ya li Fîlîpînê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 58 kesî. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe. -
Li Iraqê di nava hefteyekê de 2 caran tofana tozê rabû
Li Iraqê di nava hefteya dawî de cara duyemîn tofana tozê rabû. Gelek ji ber bêhntegiyê li nexweşxaneyan hatin dermankirin, hin balafirgeh jî hatin girtin. -
Rêxistina Efûya Navnetewî: Girtîgehên Îranê ji bo girtiyên nexweş veguherîne korîdorên mirinê
Rêxistina Efûya Navnetewî diyar kir ku Îran bi rengekî bi zanebûn nahêle girtiyên nexweş derman bibin û bertek nîşanî “Paşguhkirina jiyana mirov bi rengekî tirsnak” da. -
Îranê li Efganistanê nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
Tehranê nerazîbûn nîşanî çalakiyên li hemberî nûnertiya Îranê ya li bajarê Heratê ya Efganistanê da û heta demeke nediyar nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên Efganistanê girt. -
Li Iraqê ji ber nexweşiya Kirim-Kongoyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ji sala 2021’an û heta niha li Iraqê ji ber nexweşiya Kirim-Kongoyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Fîlîpînê bahoza Megiyê: Herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Fîlîpînê di bahoza Megî ya tropîkal de herî kêm 28 kes mirin. -
Şer hegemonyayê dibe ku nîvê aboriya Ûkraynayê tune bike
Li gorî Banka Cîhanê, Ûkrayna ji ber şerê hegemonyayê dibe ku nîvê aboriya xwe ji dest bide. -
Li Tûnûsê nerazîbûna li hemberî Tirkiyeyê zêde dibe
Ji ber ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ‘mudaxeleyî karên navxweyî’ yên Tûnûsê dike, nerazîbûn zêde dibe. Tê xwestin ku Tevgera Nahda ya ku nêzî Erdogan e were girtin û balyozê Tirk jî ji welat were derxistin. -
Di hilbijartina Fransayê de dîrok dîsa dubare bû
Di hilbijartina serokkomariyê ya Fransayê de di tûra pêşîn de dîsa Emmaûel Macron û Marîne Le Pen ê rastgirt derketin pêş. Çepgir ji ber ku parçebûyî bûn, bi ser neketin. -
Li gorî Îranê DYE dixwaze şert û mercên nû ferz bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku li Viyanayê di danûstandinên li ser nuklerê de DYE hew dide şert û mercên nû ferz bike. -
Cenazeyê siyasetmedarê Rûs Jîrînovskî hate veşartin
Cenazeyê Siyasetmedarê Rûsî Vladîmîr Jîrînovskî bi merasîmekê li Paytexta Rûsya Moskovayê hate veşartin. -
Li Tel Avîvê êrişa çekdarî
Li navenda paytexta Îsraîl Tel Avîvê di êrişeke çekdarî de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Li Kabîlê di mizgeftê de bi bombeyên destan êriş pêkhat: 6 kes birîndar bûn
Li paytexta Efganistan Kabîlê li ser mizgeftekê bi bombeyên destan êrişek pêkhat, herî kêm 6 kes birîndar bûn.