CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Ji ber wêneyê Abdullah Ocalan zext li hunermendên Kenyayî tê kirin
Hunermendên Kenyayî, ji ber ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirin, zexta girtinê li wan tê kirin. Hunermendan gotin, "Em ê serî li ber gefê netewînin." -
Li Kamerûnê şewba kolerayê: 140 kes mirin
Li Kamerûnê ji cotmeha 2021'ê û vir ve 7 hezar nexweşên bi şewba kolerayê hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku 140 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Hindistan firotina şekir a ji bo derveyî welat kêm dike
Hindistan, piştî ku firotina genim a ji bo derve qedexe kir, niha jî biryar da ku firotina şekir a ji bo bazara navneteweyî kêm bike. -
Di 4 êrişên bombeyî de herî kêm 12 kes mirin; DAÎŞ'ê berpirsyarî li xwe girt
Roja Çarşemê li Efganistanê, li Mezari Şerîf li dijî sê mînîbusan û li paytext Kabûlê jî li hemberî mizgeftekê çar êrişên bombeyî hatin kirin. Di encamê de herî kêm 12 kes mirin. DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişê li xwe girt. -
Uca û Temellî bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin
Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî li Londrayê bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin. Di hevdîtinan de bal kişandin ser şer û polîtîqayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. -
Li nêzî peravên Tûnûsê 70 koçber winda bûn
70 koçberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn, li nêzî peravên Tûnûsê winda bûn. -
Li dibistaneke Teksasê 19 zarok û mamosteyek hatin qetilkirin
Li Teksasê 19 zarok û mamosteyek di encama êrîşekê bi çek de hatin qetilkirin. Êrîşkarê 18 salî jî ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
Teksas: Li dibistana seretayî di êrişa çekdarî de 14 zarok hatin kuştin
Li dibistaneke li bajarokê Uvaldeyê ku di navbera San Antonio û sînorê Meksîkayê de ye, kujerekî 18 salî herî kêm 15 kes kuşt ku mamosteyek jî di nav de bû û piştre mir. -
Li Îranê hêjmara kesên di avahiya hilweşiyayî de mirin derket 10'an
Avahiyek 10 qatî ya înşaatê li eyaleta Xûzistan a başûrê rojavayê Îranê hilweşiya û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fînlandiya û Swêd şandeyekê dişînin Enqereyê
Fînlandiya û Swêd ên ku dewleta Tirk gefa vetokirina endamtiya NATO’yê li wan dixwe, wê roja Çarşemê şandeyekê bişînin Enqereyê. -
Berlîn: Di nava çend rojan de dibe ku ambargo li ser petrola Rûs bê danîn
Wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Robert Habeck got, Yekîtiya Ewropa dibe ku di nava çend rojan de ambargoyê deyne ser petrola Rûsyayê. -
Oxfam: Di dema şewbê de serê her 30 saetê kesek bû milyarder
Li gorî Oxfamê sala 2022'an nêzî milyonek mirov dikare zêde xizan bibe. Saziyên Xêrê dixwazin ji dewlemendên ji ber buhayê xurek û enerjiyê bêhtir dewlemend bûne, baca sermayeyê bê standin. -
Ketina 600 koçberan a ji Yewnanîstanê re hat astengkirin
Yewnanîstanê ketina nêzî 600 koçberên ku hemwext bi gelek keştiyan ji peravên Tirkiyê ber bi welat dihatin, asteng kir. -
Ji ber bahozê li Kanadayê 8 kes mirin
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Kanadayê ji ber bahoza dijwar jiyana xwe ji dest dane derket 8’an. -
Ermenistan û Azerbaycanê careke din dest bi danûstandinan dikin
Ermenistan û Azerbaycan ku li ser mijara Qerebaxê 30 sal in şerê hev dikin, li Brukselê li hev civiyan û li ser 'peymana aştiyê' axivîn. Li gorî Konseya Ewropayê ku navbeynkariyê dike, aliyan li hev kirin ku nîqaşê bi pêş ve bibin. -
NY: Zêdeyî 100 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku bi bandora şerê Ûkraynayê hejmara penaberan qat bi qat zêde bûye. -
Serhengê Muxafizê Şoreşê li Tehranê hate kuştin
Serhengekî Muxafizên Şoreşê yên Îranê li rojhilatê paytext Tehranê di êrişeke çekdarî de hate kuştin. -
Li Hîndistan û Bangladeşê lehî rabû: 60 kes mirin
Li Hîndistan û Bangladeşê ji ber lehiyê nêzî 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bakur-rojhilatê Bangladeşê piştî karesata herî xirab a 20 salên dawî, asta avê ber bi kêmbûnê ve diçe. -
Bandora krîza xurekê giran dibe
Li gorî daneyên Bernameya Xurekê ya Cîhanê, krîza xurekê ya ku bi şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê destpê kir, bandorê li cîhanê dike. -
Li Kanadayê ji ber bahozê 4 kes mirin
Rayedarên Kanadayî ragihandin ku ji ber ba û bahoza li rojhilatê welêt 4 kesan jiyana xwe jid est dane, nêzî 900 hezar xanî jî bêleketrîk mane. -
Yewnanistan: Du balefirên şer ên Tirkiyeyê bi derqanûnî ketin qada me ya hewayî
Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê diyar kir ku du balefirên şer ên Tirkiyeyê bi derqanûnê ketine qada wan a hewayî û got “Ev provokasyon e.” -
Hikûmeta Şamê planê penaberiyê yê Erdogan red kir
Hikûmeta Şamê planê şandina milyonek penaber ê Serokomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan red kir û got: “Lîstîkeke êrîş kirinê û projeyeke krîmînal e.“ -
Bestekarê Yewnan ê navdar Vangelîs jiyana xwe ji dest da
Bestekarê Yewnan ê ku li dinyayê gelekî navdar e Evangelos Odysseas Papathanassio ku bi navê Vangelîs dihate naskirin, di 79 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Li Brezîlyayê serma û seqem bû sedema metirsiyeke mezin
Hin welat di nava germeke zêde de ye. Lê li Brezîlyayê pêla sermayê ya ne asayî li ser bi hezaran mirovên bêmal û berhemên çandiniyê bûye metirsiyeke mezin. -
60 milyon kes li nava welatê xwe koçber bûn
Li gorî lêkolîneke rêxistinên civakî yên sivîl, ji ber şer û felaketên xwezayî, sala 2021'ê nêzî 60 milyon kes li nava welatê xwe koçber bûn.