CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Îngîlistan wê sibê yekemîn koma koçberan bişîne Rûandayê
Digel ku saziyên sivîl ên civakî û Neteweyên Yekbûyî li dijî wê derdikevin, Îngîlistan dest pê kir ku koçberên bi qaçaxî ketine welatê wan wê bişînin Rûandayê. Koma yekemîn wê roja Sêşemê bişînin Rûandayê. -
Senetoya DYE’yê reforma zagona çekan qebûl kir
Piştî komkujiya li dibistanek a Teksasê qewimî, Komarxwaz û Demokratan ji bo ku di zagona çekan de reform bê çêkirin, li ser pêşniyarekê li hev hatin. Tenê guhertinên biçûk tên plankirin. -
Sedir îstîfaya parlementerên xwe xwest, Helbûsî erê kir
Di rewşa aloz ya ji ber avanebûna hikumeta nû ya Iraqê de vê carê tevehî parlementerên Tevgera Sedir nameya xwe pêşkêşî parlementoyê kirin, Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî îstîfa erê kir. -
Li Iraqê ji ber taya Kirim-Kongoyê heta niha 27 kesan jiyana xwe ji dest dane
Ji ber taya Kirim-Kongoyê hejmara kesên li Iraqê jiyana xwe ji dest dane bûn 27 kes. -
Çîn wê li dijî serxwebûna Taywanê 'heta dawiyê şer bike'
Wezîrê Parastinê yê Çînê Weî Fenghe diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li serxwebûna Taywanê ew ê 'heta dawî şer bikin' û got, "Ji bo Çînê yekane rêya pêkan, ev e." -
Li DYE'yê li dijî tundiya çekdarî bi sedan xwepêşandan hatin kirin
Li DYE'yê, ji bo guhertin di mijara çekan de bê kirin, bi beşdariya bi deh hezaran kesî bi sedan xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Li DYE’yê êrîşa çekdarî pêk hat: 3 kes hatin kuştin
Li eyeleta Maryland a Amerîkayê di febrîqeyekê de ciwanekî 23 salî êrîşeke çekdarî pêk anî di encama êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. -
Parlementerên Sadrê ji bo îstîfayê daxwazname dan
Parlementerên Sadrê daxwaznameyên îstîfayê radestî Muqteda Es-Sadr kirin. -
Li Çînê ji ber şiliya zêde 25 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber şiliya zêde ya li başûrê Çînê herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da. Şiliyê bandor li bi milyonan şêniyan kir. Welat ji ber lehiyên radibin di warê aboriyê de bi milyonan euro li zirarê ketiye. -
Li Kolombiya wê encama hilbijartinê jin diyar bikin
Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê wê 19‘ê Hezîranê li Kolombiyayê bê kirin de, daxuyanî û pêşniyazên ji bo mafê jinan zêde dibin. Tê payîn ku jin encama hilbijartinê diyar bikin. -
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê: Her roj 100 leşkerên Ukraynayê dimirin
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksey Reznikov ragihand ku her roj nêzî 100 leşkerên Ukraynayê tên kuştin û 500 leşker jî birîndar dibin. -
Li Nîjeryayê çeteyên DAÎŞ’ê 23 kesên din qetil kirin
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê, komeke girêdayî çeteyên DAIŞ'ê herî kêm 23 kesên ku bermahiyên metal berhev dikirin, qetil kirin. -
Li Çînê barana zêde: 10 kes mirin, 300 hezar kes hatin veguhastin
Li wîlayeta Hûnanê ya li navenda Çînê, ji ber barana zêde 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 300 hezar kes jî ji cihê xwe hatin veguhastin. -
Belçîkayê biryareke din da: PKK ne rêxistineke terorîst e
Li Belçîkayê Konseya Dozên Biyaniyan li hemberî biryarên şexsî yên kesên biyan serlêdanên temyîzê eleqedar dibe got “PKK ne rêxistineke terorîst e.” -
Li Îngîltereyê wê xebatkarên şiva hesin a trênê têkevin greveke mezin
Li Kraliyeta Yekgirtî xebatkarên sektora şiva hesin a trênê ji bo şertên baş ên xebatê xwe ji greva herî mezin a 30 salên dawîn amade dike. -
Li Îranê qeza trenê: Herî kêm 21 kes mirin - HATE NÛKIRIN
Li nêzî bajarê Tabasê ku li navenda Îranê ye, trenek ji rê derket. Di qezayê de herî kêm 21 kes mirin, 43 birîndar bûn. Her wiha rewşa 5 birîndaran giran e. -
Li YE’ê wê ji bo cîhazên mobîl ên bi aqil yek şarz bê bikaranîn
Parlementerên Ewropî û 27 wekatên endam ên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku wê beriya demsala Payîzê ya sala 2024’an ji bo cîhazên mobîl ên bi aqil, wê tenê yek şarz bê bikaranîn. -
Hikûmeta Swêdê bi dengê parlamentereke Kurd ji krîza siyasî xelas bû
Hikûmeta Swêdê bi dengê Parlamentera Kurd Amîneh Kakabavehê ji krîzeke mezin a siyasî xelas bû. -
Dibe ku Kurdek şûna Borîs Johnson bigire
Di nav namzedên ku dibe bikevin şûna Serokwezîrê Îngilistanê de, navê wezîrekî Kurd jî derbas dibe. -
Balance: Bi OSO’yê re ‘serseriyên’ Osmaniyan hate avakirin
Pisporê Rojhilata Navîn Fabrîce Balanche ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re axivî û diyar kir ku rejîma Erdogan bi OSO’yê re komên serserî yên Osmaniyan ava kiriye. -
Li Komara Demokratîk a Kongoyê komkujiyeke din pêk hat
Çekdaran li herêma Îtûrî ya li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê herî kêm 20 sivîlên din qetil kirin -
Li Îranê bîlançoya avahiya hilweşiyayî zêde bû: 41 kes mirin
Li bajarê Abadan a eyaleta Xûzistan a Îranê hêjmara kesên di avahiya hilweşiyayî de jiyana xwe ji dest danî bûn 41 kes. -
Welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê qada hewayî li Lavrov girtin
Hate ragihandin ku welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê, qada hewayî li balafira Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girtine. -
Referandûma Qazaxistanê: Reforma destûra bingehîn bi rêjeya ji sedî 77 hate qebûlkirin
Li Qazaxistanê ji bo ku serdema Serokê berê ya Nursultan Nazarbayev û klana wê bi dawî bibe referendûma li ser destûra bingehîn hate kirin. Reform bi rêjeya ji sedî 77'an hate qebûlkirin. -
Li Bangladeşê agir bi depoya konteynirê ket: Zêdeyî 30 kes mirin
Li Bangladeşê ji ber şewata li konteynirekê, teqîneke mezin rê da. Herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.