CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Namzetiya Ûkrayna û Moldovayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê hate erêkirin
Yekîtiya Ewropayê bi fermî Ûkrayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet. Di civîna bilind a YE‘yê ya roja pêncşemê de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn. -
Parlementoya Iraqê 64 parlementerên nû hilbijart
Parlementoya Iraqê li şûna parlementerên ji Tevgera Sedrê ku îstîfakiribûn 64 parlementerên din hilbijart. -
UNICEF: 8 milyon zarok dibe ku ji nêza bimirin
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku derdora 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, dibe ku ji nêza bimirin. -
Li Çînê lehiyên mezin radibin
Li hin herêmên li başûrê Çînê lehiyên mezin radibin. Ji ber barîna zêde, rabûna ava rûbaran gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawîn. -
Hêjmara mirî û ziyana erdheja Afganistanê zêde dibe
Li Afganistanê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1000 kesan. Hate diyarkirin ku di bin avahiyên hilweşayî de bi dehan kesên din jî hene. -
Li Efganistanê erd hejiya: Gelek kes mirin
Li Efganistanê di erdhejê de 280 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Ewropayê grev berbelav dibin
Li gelek welatên Ewropayê grev zêde dibin. Di demek a ku greva herî mezin a 30 salên dawîn li Îngilistanê heye de, li DYE’yê careke din sendîka tên avakirin û li Fransayê tevgera civakî zêde dibe. -
Li başûrê Çînê barana zêde: Bi sed hezaran kes hatin veguhastin
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Ji bo tedbîrê bi sed hezaran kes ji herêmê hatin veguhastin. -
Li Malî'yê El Qaîdeyê zêdeyî 130 sivîl qetil kir
Li navenda Malî'yê di êrişan de ku tê gotin ji aliyê El Qaîdeyê ve hatine ikrin, zêdeyî 130 sivîl hatin qetilkirin. -
Li Hindistanê barana Mûsonê: Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Hindistanê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Ji ber lehiyê û birûskê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê li Bangladeşê jî bandor li milyonan kesan kir. -
Gerîlayekî berê li Kolombiyayê bû Serokkomar
Gerîlayê gerê Gûstavo Petro yê çepgir, di hilbijartinên doh ên serokkomariya Kolombiyayê de bi ser ket. Francîa Marqûes a Efrîkî-Kolombiyayî jî bû cîgira serokkomar. -
Li Bangladeş û Hindistanê lehî rabû
Li Hindistanê di 24 saetên dawî de ji ber lehiyê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, têkiliya bi bajarê Sylhet ê li bakurê rojhilatê Bangladeşê jî hema bêje bi temamî qut bûye. -
Li Kolombiyayê Serokomarê nû tê hilbijartin
Di hilbijartinên tûra duyemîn a Serokomariya Kolombiyayê de Gerîlayê berê Gûstavo Petro û milyarder Rodolfo Hernandez pêşbaziyê dikin. -
Ji bo çareseriya pirsgirêka koçberiyê 7 gavên ‘divê lezgîn bên avêtin’
HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP û TOP’ê bertek nîşanê polîtîkaya koçberiyê ya tewş û neyartiya penaberan da û di meseleya koçberiyê de gavên divê bi lez û bez werin avêtin rêz kirin. -
Ji ber lehiyê li Hindistanê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaletên Assam û Meghalaya yên Hindistanê di nava 2 rojên dawî de 32 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Ewropayê germahiya herî zêde
Roja Şemiyê li Elmanyayê roja herî germ a salê bû. Li Fransayê jî servîsa rewşa hewayê qala 'rewşeke awarte' kir. Li Spanyayê jî ji sala 1950'î û vir ve pêla herî germ a Hezîranê heye. -
Sendîkayên Belçîkayê roja duşemê derdikevin qadan
Sendîkayên li Belçîkayê ragihandin ku ew ê ji bo zêdekirina derfeta dan û stendinê ya karker û kedkaran xwepêşandanê bikin. -
Londonê biryara ji bo Julian Assange radestî DYE were kirin, îmze kir
Hikûmeta Îngilîstanê biryara radestkirina damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange ji bo DYA’yê îmze kir. WikiLeaks ji bo azadiya çapemeniyê ev roj weke "rojeke reş" bi nav kir. -
Li Salvadorê di sê mehan de 42 hezar çete hatin destgîrkirin
Ji dema ku hikûmeta Salvadorê 3 meh berê 'şerê li dijî çeteyan' îlan kir heya niha nêzî 42 hezar endamên komên çete hatin destgîrkirin. -
Di salekê de 90 milyon kes bi darê zorê hatine koçberkirin
Serkomîseriya Penaberan a UNHCR‘ê diyar kir ku di salekê de 90 milyon kes bi darê zorê hatiye koçberkirin. -
Slovenya wê têlên li ser sînorê xwe yê bi Hirvatistanê re rake
Serokwezîrê Lîberal Robert Golob anî ziman ku Slovenya dîwarê sînor ê dema krîza koçberiyê ya sala 2015’an daniye, rake. -
Zêdeyî 800 hezar Somalî ji ber ziwatiyê bûne penaber
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî sal û nîveke li Somalî ji ber ziwatiyê hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne, zêde bûye. Li herêmê çar demsalan li ser hev baran nebariya ye. -
Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir ku Tirkiyê biterikînin
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi îdiaya ku wê Îran êrîş bike, bang li welatiyên xwe kir ku Tirkiyê biterikînin. -
Li Iraqê bahoza ji tozê careke din rabû, seferên balafiran betal bûn
Li Iraqê bahoza ji tozê careke din rabû. Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê li seferên balafiran hate girtin. -
Li Fransayê çepgir bi ser xwe ve hatin, Macron hê jî di xetereyê de ye
Di tûra pêşîn a hilbijartinên giştî yên Fransayê de koalîsyona Macron bi ferqeke biçûk li pêş e û partiyên çepgir jî ji ber yekîtiyê serkeftin bi dest xistin.