ROJAVA-SÛRIYE
Nûçeyên Dawî
-
Ciwanên Helincê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin
Ciwanên Helincê êrîşên dewleta Tirk a li ser Eyn Îsa protesto kirin. -
Artêşa Tirk bombeyan li bejahiya Eyn Îsayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin. -
Berxwedana li Eyn Îsayê didome: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Yek ji fermandarê li Eyn Îsayê Emmar Ekaş got, “Em ê bersivê bidin êrîşan, em nahêlin ku dijmin têkeve axa me.” -
Ji bo parastina xaka xwe tevlî nava refên QSD'ê bûn
Jinên ku li dijî êrişên li ser Rojava ji bo parastina welatê xwe tevlî nava hêzên QSD'ê bûn, diyar kirin ku ew bi biryar in dijmin ji xaka xwe derxînin. -
Minbiciyan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin
Mibiciyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn. -
Navê hinek kesên li Mabatayê hatî revandin eşkere bû
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navê gelek kesên ji gundên Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrînê hatine revandin, eşkere kirin. -
Çeteyên Tirkiyeyê kesekî sivîl li pey wesayîtê kişandin
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê kesekî sivîl ê bi navê Xelîl Husnî li pey wesayîtê girêda û piştre bi erdê re kişand. -
Navenda Belgekirinê: Dewleta Tirk 5 sivîl qetil kir
Navenda Belgekirina Sûcên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk 5 sivîl qetil kiriye. Li gorî navendê 22 kes jî birîndar bûne, ku 5 kes felç bûne. -
Li pêşiya çeperên Rûs peyamên berxwedanê
Li Eyn Îsayê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş dikin û şervan li ber xwe didin gel jî li pêşiya baregeha Rûsyayê ya ku li hemberî dagirkeriyê bêdend dimîne, çalakiya bi kon li dar xist. -
Çete li Zirganê êrişê dibin ser dibistanan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Zirganê êrişê dibin ser dibistanan. -
MSD: Êrîşên Tirkiyê hêviyan ji bo çareseriya li Sûriyeyê nahêle
Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) diyar kir ku dewleta Tirk rûxmê lihevkirina agirbestê jî êrîşan dike û hişyarî da ku hetanî ev êrîş ne rawestin wê hêviyên çareseriyê yên li Sûriyê ne mîne. -
Bi operasyonekê çekên MÎT’ê yên ji bo çetan şandibûn hatin girtin
Hêzên Taybet ên girêdayî asayîşa Kobanê bi operasyoneke çekên ku ji aliyê MÎT’a Tirk ve ji bo çeteyên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandibûn girtin. -
Jinên Eyn Îsayê: Li dijî dewleta Tirk bêdeng nemînin!
Jinên ku tevlî çalakiya nobedê ya li Eyn Îsayê bûyîn bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dengê xwe derbixin. -
Çeteyan ji gundê Mîrkan a Efrînê 150 kes revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrîn a dagirkirî nêzî 150 sivîl revandin. -
QSD: Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê derbeke giran xwar. QSD'ê ragihand ku di şer de 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. -
Hevserokê Meclîsa Gundê El Kuberê hate kuştin
Hevserokê Meclîsa Gundê El Kuberê yê li rojavayê Dêra Zorê Mihemed Xelef El Necim ji ber ku mayinek bi wesayita wî ve teqiya, jiyana xwe ji dest da. -
Rûsya agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê
Rûsya ligel ku di agirbesta Soçiyê de bûye hêza garantor, agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê. Rûsya di navbera QSD û dewleta Tirk de lîstikan dike û bi ser de meseleya li Îdlîbê jî heye. -
Jinên ji Eyn Îsayê: Em ê warê xwe neterikînin
Jinên ji Eyn Îsayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide gel bitirsîne, bide koçberkirin û bi vî rengî herêmê bi hêsanî dagir bike. Jinan destnîşan kirin ku wê dest ji mal û xaka xwe bernedin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
HSK'ê 15 cîhazên hilmstandinê şand Rojavayê Kurdistanê
Heyva Sor a Kurdistanê ku meha derbasbûyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya "100 cîhazên hilmstandinê" kiribû, weke gava destpêkêya kampanyayê 15 ji van cîhazan şand Rojava. -
Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsa kir, şer derket
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Mişêrfê ya Eyn Îsa kir. Şervanên QSD’ê bersiv da, şer dijwar e. -
Şehîdê QSD'ê Cûdî li Kobanê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) ê ku li Dêra Zorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî spartin axê
Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekî bi heybet cenazeyê şehîd Hemze Tolhildan li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê spartin axê. -
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û çalakiyên protestoyî lidar xistin. -
Li Reqa û Eyn Îsa bi çalakiyan xwedî li QSD’ê derketin
Bi çalakiyên li Reqa û Eyn Îsayê hatin kirin bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û QSD jî silav kirin. -
Li Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Taybet ên girêdayî QSD’ê û hêzên ewlekariyê li gundên Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.