ROJAVA-SÛRIYE
Nûçeyên Dawî
-
Sîxurên dewleta Tirk di destê QSD'ê de ne
Hêzên ewlekariyê yên li Eyn Îsayê, 28 sîxurên ku agahî didan dewleta Tirk girtin. -
Xelef îdîaya ‘peymana’ li Eyn Îsa derewand
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef îdîayên li gel Rûsyayê têkildarî Eyn Îsa ya di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ye lihevkirine derewand. -
Çeteyên Tirk gefa koçberkirinê li welatiyê Şêrawayê dikin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefê li şêniyên Şêrewa ya Efrînê dikin ku koçber bibin. -
Endamê Meclîsa El Hisên hate kuştin
Endamekî Meclîsa El Hisên a taxa El Siwer a Dêra Zorê hate kuştin. -
Gelê Efrînê: Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin
Gelê Efrînê yên koçberî herêma Şehbayê û bi taybetî navçeya Til Rifatê bûne diyar kirin ku wê berxwedana xwe ya li hemberî êrîş û dagirkeriyê bidomînin. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sala 2020: Êrişên îdeolojîk û berxwedan
Sala 2020'î saleke welê bû ku êrişên îdeolojîk ên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Berxwedana li dijî van êrişên li dijî cewhera şoreşê dewam kir. -
Dewleta Tirk a dagirker Eyn Îsayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker du gundên li Rojhilatê Eyn Îsayê û rêya M4 bomberdûman dike. -
Li Til Rifat û Minbicê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Eyn Îsayê, li Til Rifat û Minbicê bi meşen girseyî hate protestokirin. -
Gelên li Girê Spî xwedî li berxwedana QSD’ê derket
Li navçeya Cirînê ya li rojavayê Girê Spî ji bo xwedîlêderketina berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide, meşek hate lidarxistin. -
‘Em bi ‘QSD’ê re ne’
Meclîsa Ciwanan a Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê daxuyanî da û ragihand ew amade ne ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li hember Eyn Îsayê li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wan 900 darên Efrînê birîn
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi qasî 900 darên zeytûnan birîn. -
Sivîlên Eyn Îsayê: Em ê dest ji xaka xwe bernedin
Êrişên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsayê dewam dikin. Şêniyên Eyn Îsayê dibêjin "Em ê dest ji xaka xw ebernedin" û nerazîbûnê nîşanî dewletên Tirk û Rûsyayê û rejîmê didin. -
Meşa ciwanan gihişt Qamişloyê
Meşa ciwanan a ku Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê pêşengiya wê dikirin, vê êvarê gihiştin Qamişloyê. -
Çeteyên Tirkiyeyê li Serêkaniyê ciwanek qetil kir
Çeteyên Hamzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê ciwanek qetil kir. -
Ciwanan êrîşên li dijî Eyn Îsayê protesto kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Minbîcê êrîşên li dijî Eyn Îsayê protesto kirin. -
Meşa Dirêj a Ciwanan di roja 3'yan de ye
Li herêma Cizîrê meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê di roja sêyan de didome. Ji bajarê Amûdê bi tevlêbûna gelek ciwanan ber bi Qamişlo dest bi meşê kirin. -
Dewleta Tirk gundên Eyn Îsa bombe dikin
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giranê êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da. -
TKŞ: Cejna Noelê pîroz be
TKŞ'ê li ser Cejna Noelê peyamek da û bi hêviya ku bibe wesîleya aştî û yekîtiya li herêmê cejna Noelê li gelên Xiristiyan û gelên herêmê hemûyan pîroz kir. -
TEV-DEM'ê Noel û sersal pîroz kir
TEV-DEM'ê Noel û sersal li hemû Xiristiyan û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û xwest ku bibe sedema aştiya Sûriyê. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dehan Efrînî revandin
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji serê vê mehê ve li gund û navçeyên Efrînê gelek mirovan revandine. Hê jî gelek gund hatin dorpêçkirin û nahêlin kes bikeve gundan. -
Li Eyn Îsa û Amûdê berxwedana QSD’ê hate silavkirin
Bi çalakiyên li Eyn Îsa û Amûdê hatî lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin û berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşan silav kirin. -
Cenazeyê Şehîd Fîraz Kobanê spartin axê
Cenazeyê Şehîd Fîraz Berkel li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê spartin axê. -
Li Şehba û Kobanê berxwedana zindanan silav kirin
Li Şehba û Kobanê berxwedana grevên birçîbûnê yên li zindanan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, silav kirin. -
Qonaxa dûwem a kampanyaya teqez em ê bi ser bikevin destpê kir
Qonaxa dûwem a kampanyaya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê ya bi dirûşma “Teqez em ê bi ser bikevin” bi meşeke dirêş hate destpêkirin. -
Li Dêrik û Hesekê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrişên dagirkeriyê yên Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Dêrik û Hesekê bi çalakiyan hatin protestokirin.