ROJAVA-SÛRIYE
Nûçeyên Dawî
-
Artêşa Tirk çekê dide zarokan û wan tevlî nav komên çeteyan dike
Artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna nav komên çeteyan wan amade dike. -
Li Minbicê çalakiya kon dom dike
Nûnerên sazî û komîte yên li bajêr piştgirî dan çalakiya kon a ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê li dar xistibû. -
Ji bo şervanê YPG’ê yê li Helebê şehîd bûbû merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Şervanê YPG’ê Hêmin Îhsanî di serê meha Çileyê de li Helebê şehîd bûbû. Li Dêrikê ji bo şehîd Hêmin Îhsanî merasîmeke cenaze hate lidarxistin. -
YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di demên cuda de li Helebê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan, em ê biryardarî heta dawiyê têbikoşin." -
Di nava 10 rojên dawî de 18 kes li Efrînê û Girê Spî hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrîn û Girê Spî, deh rojên dawî herî kêm 18 sivîl revandin. -
Parzûngehên petrolê yên li Babê hatin bombekirin
Bi balafirên bêmirov ên biçek, parzûngehên petrolê yên li bajarokê Terhînê yê Babê hatin bombekirin. -
Li Reqayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li navçeya El Reşîd a li rojavayê Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin û QSD hate silavkirin. -
Dewleta Tirk derdorî Eyn Îsa bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh şev derdorî Eyn Îsa, Rêya M4 û gundê Mişêrfê bi dijwarî bombe kirin. -
Li Cindirêsê teqînek pêk hat
Li gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirês a Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundê Derdara yê navçeya Til Temirê dibarîne. -
Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan êriş bir ser gundekî Til Temirê. Di encamê de sivîlek birîndar bû. -
Şopa Sara ya li Rojava: Kurdistana azad û jin a azad
Îro li Rojava bi deh hezaran jin li ser şopa Sara ne. Yek ji jinên ku Sara nas kir, Diya Ciwan e. Diya Ciwan dibêje, "Min di çavên wê de Kurdistana azad, jin a azad didît." -
Greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo piştevanîkirina bi girtiyên siyasî re dabûn destpêkirin di roja 5'an de didome. -
Cenazeyê 4 şehîdan li Reqayê hate veşartin
Bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat a Reqayê, cenazeyê 4 şehîdan spastin axê. -
Şehîd Omer Ridvan Ecan bi merasîmek girseyî hate veşartin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Omer Ridvan Ecan, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê. -
Hêzên hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanek birîndar kir
Hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanê bi navê Basil Xidir birîndar kir. -
Dagirker gundê Mişêrfê ya Eyn Îsa topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Mişêrfê yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin. -
Şêniyên Efrînê: Divê em êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran
"Me li pey xwe tim li Efrînê dinêrî; mij û dûman bi ser Efrînê diketin. Li gel wê agir bi dil û kezeba me jî dike. Ji bo em bajarê xwe ji çeteyan bigirin divê em bi hêz bin û êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran." -
Îdîaya 'Êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê'
Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê piştî êrişeke ji Îsraîlê hate kirin, ketiye nava liv û tevgerê. -
Li Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin
Li Reqayê bi çalakiyeke ku ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve hatî organîzekirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em li gel QSD’ê ne” dan. -
Greva birçîbûnê ya li Kobanê li dijî tecrîdê di roja 4’an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatibû destpêkirin di roja 4’an de didome. -
Gelê Dêra Zorê dewleta Tirk protesto kir
Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku li ser Eyn Îsayê dike, li Dêra Zorê bi meşekê hate protestokirin. -
Dewleta Tirk bombeyan li baregeha Rûsyayê dibarîne, Rûs bêdeng in!
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li derdora baregeha Rûs a li Til Temirê dibarîne. Yekîneyên leşkerî yên Rûs bi ti awayî bersivê nadin. -
Li Serêkaniyê teqîn: Gelek çete mirin
Li Serêkaniyê, teqîneke mezin rû da. Li gorî agahiyan gelek çete di encama teqînê de mirine, gelek jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk êriş bir ser navenda elektrîkê ya Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê êriş bir ser navenda elektrîkê û xisar lê kir.