QSD: Li Kobanê 3 şervanên me şehîd bûn

QSD'ê ragihand ku li Kobanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku bi SÎHA'yan kir, 3 şervanên wan şehîd bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de wiha hate gotin, "Doh (23'ê Cotmeha 2021) li Sirrînê 3 şervanên me ji bo tedawî bibin çûn Kobanê. Şervanên me di vegerê de saet derdora 17:40'î dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) êrişî wan kir. Di êrişê de şervanên me Hozan Qamişlo, Gelî Helep û Amed Efrîn şehîd bûn."