Dewleta Tirk careke din êriş bir ser Til Temirê

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Til Şenanê yê li rojhilatê Til Temirê barand.

Dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 13:30'î de bombardûmaneke giran li gundê Til Şenanê yê Asûriyan ê Til Temirê kir.

Hate ragihandin ku xisareke madî li malên gundiyan bûye. Têkildarî encamên êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk bi rêk û pêk her roj êrişî cih û warê sivîlan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li herêmên dagir kiriye jî sûcên şer rojane tên kirin.