Dagirkeran bombe li gundekî Minbicê barand

Artêşa Tirk a dagirker bi topan bombardûmanê li gundê Un Edesa yê Minbicê dike.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya navendê, dagirkeran saet di 08:40'î de dest bi bombardûmana li ser gundê Um Edesa kirin û hîn jî êriş dewam dike.

Hate ragihandin ku heta niha nêzî 3 top li nava gund ketine.