Êrişên dagirkeran dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker bênavber êrişê dibe ser qada Werxelê ya herêma Avaşînê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:

"Li qada Werxelê ya herêma Avaşînê;

19'ê Îlonê saet di 19:45'an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

19'ê Îlonê saet di 12:30'î de artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor obus û hawan avêt qada Çemço.

19'ê Îlonê saet di navbera 20:00-00:20'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Spî, Girê Sor, Mervanos û Tabûra Ereban geriyan.

19'ê Îlonê ji saet 14:00 heta 20'ê Îlonê saet 08:00 li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Serarû, Êdinê, Hirorê û Dêşîşê, qada Qela Qûmriyê ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin."