ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sancar: Em ê teqez bi serbikevin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê weke HDP’ê Komara Demokratîk ava bikin û got: “Baweriya me û hêza me bi vê heye. Em ê teqez serbikevin.” -
‘Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye‘
Esengul Demîr û Cengîz Çîçek ên weke Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin, diyar kirin ku têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye û gotin: “Ji bo avakirina bingehên pergala demokratîk ew ê rêxistinbûna civakî berfireh bikin.“ -
Civata Giştî ya HDK'ê: Em ê bi hev re bi ser bikevin
Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari li Civata Giştî ya HDK'ê axivî û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî faşîzmê kir. Hatîmogûllari got, "Me bi hev re destpê kir, em ê bi hev re bi ser bikevin." -
ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Delegasyona Navneteweyî banga ji holê rakirina pergala Îmraliyê kir
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê bi danezana ku da, destnîşan kir ku pêkanînên li Îmraliyê ne bi tenê pirsgirêkên hiqûqî ne, di heman demê de polîtîk in û banga ji holê rakirina pergala Îmraliyê kir. -
Gunay: Divê em li dijî tecrîda Îmraliyê hîn bêhtir têbikoşin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wiha got: "Şert û mercên Abdullah Ocalan, şert û mercên me hemûyan e. Dem dema bi têkoşînên hîn mezintir deng derxistinê ye." -
Ok ê 74 salî hate girtin
Mehmet Ok (74) li Semsûrê hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
‘Rewşa girtiyên nexweş giran e, divê demildest bên berdan’
Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş Giyasettîn Sevmîş, Firat Nebîoglû û Emrah Nebîoglû giran e û gotin. “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.” -
Dewleta Tirk li bejahiya Amêdiyê û Metînayê da
Hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker îro li ser Metîna û gundê Guherzê êrîşeke hewayî kiriye. -
‘Divê berpirsên Roboskiyê hesap bidin’
Hewldana Edalet ji bo Roboskiyê gotin “Rêya edaletê ji Roboskiyê derbas dibe. Heta berpirsên Roboskiyê hesap nedin, mirov nikare qala lihevhelalkirin û edaletê bike.” -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga pirsîn ên ku 29 sal berê ji aliyê leşkerên Tirk hatibûn destgîrkirin û piştre agahî ji wan nehatibû stendin. -
Komîteya Azadî ji Ocalan ji bo wefata Fayîd peyama sersaxiyê weşand
Komîteya Azadî ji bo Ocalan ji bo wefata Dr. Recaî Fayîd peyama sersaxiyê weşand. -
‘Hem pêngavek ji bo hilbijartînê hem jî zirxeke makeqanûnî ye’
Parêzer Îlke Işık diyar kir li gel ku tu pirsgirêka sergirtinê nîn e, ferzkirina guherîna makeqanûnê, hem pengavek e ji bo hilbijartinê hem jî ew e ku dîtina AKP’ê ya di der barê jinan de bibe qanûn. -
Li ser Şengalê balafirên bêmirov digerin
Hate ragihandin ku piştî operasyonên li Şengalê li dijî şebekeya sîxurên MÎT û PDK’ê pêk hatin, li ser herêmê balafirên bêmirov digerin. -
Di navbera DAÎŞ û dewleta Tirk de koordînasyonek heye
Ji Fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn diyar kir ku di navbera DAÎŞ û dewleta Tirk de koordînasyoneke eşkere heye. -
ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsekî tevgera taybet 3 kes qetil kir
Li Bûrsayê polîsekî tevgera taybet dêya xwe, birayê xwe û hevjîna birayê xwe qetil kir. -
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû serdana 3 saziyan
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû serdana ÇHD, Hiqûqa Civakî û Navenda Mafên Mirovan a TTB’ê. -
Di kongreya OHD’ê de nerazîbûna li hemberî tecrîda Îmraliyê
Di Kongreya Asayî ya 2’emîn a OHD’ê ya Şaxa Rihayê de, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan û hate gotin “Tecrîd li jiyanê belav bûye.” -
Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana DBP û TOP'ê kir
Endamên Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana DBP û TOP'ê kirin. -
Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Parlamenterên HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşcier got, "Em ê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin." -
Martin: Tecrîda li Îmraliyê wê bi têkoşîn û piştevaniyê bê şikandin!
Ji şandeya navneteweyî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê Paula Martin destnîşan kir ku sûcê tecrîdê hem li dijî gelê Kurd hem jî li hemberî şoreşgeran tê kirin û got, "Tecrîd wê bi têkoşîn û piştevaniyê bê şikandin." -
ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Delegasyona Navneteweyî serdana partiyên Kurdistanî kir
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, serdana KCD, DBP, KKP, PÎA û partiyên din ên Tifaqa Kurdistanî kir û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e.