Li Wanê çawîşê pispor destavêtiye 2 zarokên keç

Li Wanê leşkerê Tirk ê bi navê Talîp K. ji ber sûcê destavêtina 2 zarokên xwendekarên amedeyî hate girtin.

Çawişê pispor Talîp K. ê li Wanê wezîfeyê dike du xwendekarên amedeyî ku li wesayîta xwe siwar kiribû, dest avête wan.

Talîp K. her du xwendekarên keç ên amedeyî li wesayîta xwe siwar dike û dibe mala xwe û madeya hişbir dide wan. Her du zarok bi vê madeyê ji ser hişê xwe diçin û demek şûn ve direvin diçin dibistanê.

Hevalek her du xwendekaran meseleyê ferq dike û mijarê bi mamosteyê rehberê re vedibêje. Li ser hewldana mamoste zarok tiştên hatine serê wan vedibêjin û diyar dikin ku ew bi îstîsmara çawişê pispor re rûbirû mane.

Zarokan dan zanîn ku çawişê pispor demek berê peywendî bi wan re daniye û roja bûyerê wan ji dibistanê girtiye biriye malê û alkole daye wan û tundiyê li wan kiriye. Zarokan anî ziman ku Talîp K. çayên wan li mitbexê tije kiriye û ji wan re aniye û piştî çay vexwarine ji ser hişê xwe çûne û wexta ew şiyar bûne cilên wan ne li ser wan bûne.

Zarokan giliyê Talîp K. kirin û hat destgîrkirin. Dadgehê ji sûcên “kesan ji azadiya wan bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf li hember zarokan pêk aniye” Talîp K. da girtin û şand girtîgehê.

Wê di rapora nexweşxaneyê de diyar bibe ka li hember zarokan destdirêjî (tecawiz) pêk hatiye an na.

Zarokek li wargeha dewletê hat bicihkirin.