Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo hevdîtinê serî li Midûtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Imraliyê ya Tîpa F a Girtî ya bi Ewlehiya Jidiyayî da.