HDP: Ji tezkereya şer re bêjin ‘Na’

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bang li muxalefetê kir ku ji tezkereya şer re bêjin ‘Na’.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê civîneke çapemenî lidarxist.

Olûç bal kişande ser krîza ji ber 10 sefîrên ku ji ber banga Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan derketî û got ku Erdogan li pey derxistina krîzên çêkirî ye.

’EM Bİ DESTHİLATDARİYEKÊ RE RÛ Bİ RÛ NE KU VÊ NİZANE, Jİ CİVAKÊ RE VENABÊJE Û DERWAN DİKE’

Olûç wiha domand: “Mijara mafê mirovan ji derveyî qadên serweriya dewletan e. Em bi desthilatdariyekê re rû bi rû ne ku vê nizane, ji civakê re venabêje û derwan dike. Ti dewletek nikare bêje ku ez çawa bixwazim ezê mafê mirovan ên welatiyên xwe binpê bikim. Li gorî yasa û biryarên AÎHM û AÎHS’ê ya bê kirin eşkere ye, ev jî pêkanîna biryaran e.”

‘EKONOMÎ HER KU DİÇE KAVİLTİR DİBE, LÊ WEZÎRÊ DARAYIYÊ BÊDENG DİBE’

Sarûhan Olûç da zanîn ku mafê vî desthilatî nîne ku Tirkiyê bixe rewşeke wiha û wiha bang li desthilat kir, “Careke din bang dikîn, biryarên DMME’yê pêk bînin. Ji yên banga pêkanînê dikin jî heqaretê nekin.” Olûç di dewamê de diayr kir ku ew çi hêrs e ku hûnê 10 sefîran weke kesên nayên xwestin îlan bikin û wiha domand; “Hûn desthilata welatekê ne ku endamê Konseya Ewropayê ye. Li binê Peymana Konseya Ewropayê îmzeya Meclîsa vî welatî heye. Mecbûrtiyeke we ya pêkanîna biryarên Peyman û dadgehê heye. Dest ji canbaztiya hiqûqê berdin. Hûn bi wê kiryara xwe asta perê biyanî li beramber yên welat bilindtir dikin. Dolar gihîştiye asta 9.80 lîreyan. Çima daxuyaniyên ku buhaya dolarê bilind dike tên dayin. Çima ev desthilat bi zanebûn çavê xwe li daketina nirxê lîreya Tirk digire. Çima rê vedike û teşwîq dike? Kê wan dolaran difroşe? Kê wan dolaran dikire? Kê dewlemend dibe? Ji xwe yên hejar dibin diyarin, gel, civak, kedkar û esnaf hejar dibin. Wezîrê Maliyê li kûderê ye? haya kesê ji wî heye? Li holê Wezîrê Maliye tune ye, bêdeng dibe. Ekonomî her ku diçe kaviltir dibe lê Wezîrê Maliyê bêdeng dibe. Di rojên ku buhaya dolarê xwe li lûtkeyê dayî Wezîrê Maliyê li kûderê ye?”

Olûç îşaret bi siyasetên ji derwe yên Tirkiyê kir û got: “Siyaseta ji derwe ya Tirkiyê li her qadê bi fiyaskoyan re rû bi rû ye. Me di mijara Behra Spî ya Rojhilat de got ku şaş e, ne bi operasyonên leşkerî, pêwîstî bi dîplomasiyê heye. Me got siyasetên têkildarê Ege û Lîbyayê xelet in. Ketina nav şerê bi hevpeymanên rojavayî re şaş e, pêwîstî bi dîplomasiyê heye. Me got ku pêwîstî bi axavtinên hişk, dijberbûyîn û aloziyê tuneye. Şaşbûna hemûyan derket holê. Piştre yek bi yek ji wana dûrketin çêbû. Di mijara sefîran ya herî dawî de jî tê dîtin. Tezkereya ku vê sibe were jî yek ji wan mînakan e, heman hişmendî ye. Heya niha 6 caran hatiye dirêjkirin. Di her carê de salek hatiye xwestin. Niha 2 sal tê xwestin. Çima? Gelo ev desthilat wisa dihizire ku wê Meclîs di meha Mijdara bê heya 2023’an kom nebe. Ketin hewaya hilbijartinê. Desthilat piştî saleke din ji xwe bawer nîne qey? Qey nikare rewşa xwe pêşbînî bike? Gelo ji ber dihizire ku wê nekaribe ji wekîlên xwe jî piştgirî bigire, ji ber wê du salan dixwaze. Pêwîste li bersiva wan pirsan were gerîn. Yê pêwîste li vê bigere kê ye? Muxalefeta siyasî û civakî ye. Muxalefeta siyasî li şûna ku li bersiva wan pirsan bigere, xwe ji bo gotina erê ji daxwaza desthilatê ya dirêjkirina 2 salan a tezkereyê re amade dike. Çira kesk ji polîtîkayên şer ên desthilat re pêdixe.

‘EM Ê DENGÊ NA BİDİN TEZKEREYÊ’

Careke din vê bibîr bînîn; tezkere tê wateya ketina nav lîsteya gewr a FATF’ê. Tezkere tê wateya bûyîna pêşgavek ji bo rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya tê de dibêje li Tirkiyê hiqûq, edalet û demokrasî nema ye û di polîtîkayên ji derwe de ferasetên dagirkerî derketiye holê. Tezkere tê wateya erê gotina ji bo domandina şerê bi wekalet a li Sûriyê. Tê wateya erê gotina ji bo bermahiyên DAÎŞ û El Kaîde. Tê wateya erê gotina ji DAÎŞ û yên din ku li vî welatî serbest bigerin. Em di vê baweriyê de ne ku divê Tirkiye di qadên aborî, dîplomatîk û çandî de têkiliyên xwe bi welatên cîran re pêş bixe. Em dixwazin şerê ku 10 salin li Sûriyê didome, bi rêbazên demokratîk di nava yekparetiya xaka Sûriyê de were çareserkirin. Rêya vê dîplomasî û muzakere ye. Ne tezkereyên şer e. Ne pêkanîna şerên bi wekalet e. Ne operasyonên demografîk ên di xaka Sûriyê de ne. Emê dengê na bidin tezkereyê. Emê hêcetên xwe yên di vê mijarê de di Desteya Giştî ya Meclîsê de eşkere bikin.”