HDP’ê ‘Budçeya Gel’ eşkere kir

HDP’ê li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û ‘Bûdçeya Gel’ eşkere kir. HDP’ê anî ziman ku desthilat budçe yê ji bo şer, qesrê û alîgirên xwe dimezêxe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an metna “Budçeya Gel” amade kir û bi civînek çapemeniyê li Meclîsê eşkere kir.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar e Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar e Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Ekolojiyê Bepirsiyar e Nacî Sonmez û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê û Civakî Berpirsiyar e Samet Menguç beşdarî civînê bûn.  

Garo Paylan daxuyanî da û wiha got: “Butçeya ji qesrê ji sedî 1 bû, bûdçeya qesrê, budçeya şer û alîgiran e. Me derbarê budçeyê de bi gel re hevdîtinan kir û li daxwazên wan guhdar kir. Em li Agirî, Mêrdîn, Enqere û Stenbolê bi gelek aliyên gel re hatin cem hev. Me budçeya gel ji bo bibe alîgiriya ked û gel amade kir.

Em ê dawî li vê şatafata li Qesrê bînin û hemû qesrên dimeşin, digerin û avjeniyê dikin bifiroşin. Kesê ku di sektora dewletê de bixebite, serokkomar û wekîl jî di nav de, dê ji 3 qatan mûçeyên asgarî nesitînin. Bi vî awayî em ê çavkaniyan dabîn bikin. Em ê dabîn bikin kesên di saziyên cemaweriyê de dixebitin, 3-5 mûçe negirin û bikin ku yek mûçeyê werbigirin. Em ê bi polîtîkayên aştiyane lêçûnên şer kêm bikin. Em ê çavkaniyên ku ji budçeyê diherikin şîrketên alîgir rawestînin. Em ê muafiyeta bacên ku ji sermayeye re diçin û efûyên bacan rawestînin.

Em bang li hemû sendîkayan, hemû beşên civakê û rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku li dijî vê bêwîjdaniyê bikevin tevgerê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşînek hevpar bidin.”

Paylan di dawiyê de xal bi xal budçeya ji bo gel eşkere kir. Paylan got ew ê mûçeya asgarî bikin 5 hezar lîre.

Paylan got divê budçeya jinan pêk bînin û dawî li projeyên rantê ku talana ekolojiyê pêk tînin bînin. Paylan da zanîn ku wê budçeya gel ji bo ciwanên ku hêviya xwe siberojê winda kirne bibe hêvî û mehê 2 hezar lîre burs bidin xwendekarên zanîngehan.

Paylan diyar kir ku ew ê budçeya zarokan jî saz bikin û pêdiviyên bingehîn ên zarokan mîsoger bikin. Paylan got ew ê ji bo astengdaran jî budçeyê veqetînin û ji wan re bibin alîkar. Paylan anî ziman ku budçeya gel li cem cotkarên ku nikarin zeviyên xwe biajon e û wê ji bo cotkaran jî budçeyê veqetînin.

Paylan diyar kir ku budçeya gel wê ji daxwaza kedkarên cemaweriyê ku bi ferqîriyê re têdikoşin bibe bersiv û wê hemû kesên hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe û budçeya gel wê nefesê bide teqewîtan. Paylan destnîşan kir ku wê budçeya gel ji esnafan re bibe alîkar û her wiha wê piştevaniya kesên ku qet dahatûya wan nîne re bike. Paylan got wê bêkarî bi dawî bibe û budçeya ew pêşniyaz dikin ji daxwazên gel re dê bibe bersiv.