NCDK-Swêdê ji bo welatparêzê Kurd Demîrcîoglû peyameke sersaxiyê weşand

Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdan NCDK-S ji bo welatparêzê Kurd Abdulhakîm Demîrcîoglû yê ku çend rojê rehmet kiribû, peyama sersaxiyê weşand.

Abdulhakîm Demîrcîoglû yê ku di sala 1954’an de li Xarpêtê ji dayik bûbû, di 18’ê Tîrmehê de li bajarê Vaxjoyê dilê wî sekinîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Demîrcîoglû 40 sal in li Vaxjoyê dijiya.

Ji her dera Swêdê, hevserokên NCDK’ê û xebatkarên meclîsa gel jî di nav de gelek kes ji bo sersaxiyê hatin şînê.

NCDK-S’ê peyameke sersaxiyê weşand û diyar kir ku Demîrcîoglû di nav gel de bi welatparêziya xwe dihat naskirin û jê dihat hezkirin.

NCDK-S’ê diyar kir ku Demîrcîoglû di her çalakiya demokratîk de cih digirt û got “Wî mala xwe ji Kurdan re vedikir.”

Wê cenazeyê Demîrcîoglû piştî karên burokratîk bişînin navçeya Depê ya Xarpêtê. 

NCDK-S’ê sersaxî ji malbata Demîrcîoglû û gelê welatparêz re xwest.