Li Lavrîoyê Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê salvegera Şoreşa Rojava bi girseyî hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) , Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa (TJK-E) hatibû organîzekirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Qad bi alên PKK, KCK, YPG û posterên cangoriyan hat xemilandin. Bi sedan Kurdîstanî û enternasyonalîst tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di derbarê Şoreşa Rojava şervanê YPG’ê Merwan Kurdo axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû Rojhilata Navîn mizgîniyek bû. Kurdo got “Serhildana Rojava, Şoreşa Rojava serkeftiya me yî ya herî mezin e. Em serbilind in. DAÎŞ û dewleta Tirk bi hev re têk çûn. Herî zêde dewleta dagirker dewleta Tirk têk çû. Min milekî xwe da berxwedana Kobanê lê min gelek tişt qezenç kir.”

Piştî axaftinê Koma Kulîlkên Lavrîo stran gotin. Piştî stranan sînevîzyona li ser Şoreşa Rojava hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê govend hat gerandin û pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava, "Bijî berxwedana YPG-YPJ" , "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin Jiyan azadî" bi coşeke mezin dawî bû.