Koma ji Bremenê hatî Nobeta Azadiyê wergirt

Di hefteya 474’an de koma ji Bremena Elmanyayê hat, Nobeta Azadiyê wergirt.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin.

Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi awayekî komî vê nobetê werdigirin. Di hefteya 474’an de koma ji Bremena Elmanyayê hat, Nobeta Azadiyê wergirt. Di vê komê de Halîl Riha, Abdullah Qamişlo û Lutfu Kanîreş cih digirin.

Halîl Riha li ser navê komê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Riha şehîdên meha Tîrmehê di serî de hemû şehîdên li Rojava bi bîr anîn.

Riha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Tê xwestin ku têkiliya Ocalan û ya gelê me were qutkirin. Bi vê re jî destkeftiyên gelê Kurd were tunekirin.”

Halîl Rija diyar kir ku dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê di serî de dagirkeriya ku dewleta Tirk a li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê paralelî tecrîdê tê kirin û got “Rêbertiya me mifteya çareseriyê ya doza Kurdan e. Heta ku Rêbertiya me  û Kurdistan were azadkirin wê têkoşîna me bidome.”