Karkerên demsalî qeza kirin: Karkerek jiyana xwe ji dest da

Mînîbûsa karkerên demsalî yên çandiniyê li ser rêya Amed-Riha qeza kir. Di qezayê de karkerek jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa biplaqeya  06 FV 4798 ya karkerên demsalî ku ji Ordûyê vedigeriyan li ser rêya Amed-Rihayê li qamyona biplaqeya 21 BG 087 qelibî û qezaya trafîkê pêk hat.

Di encama qezayê de karkerê bi navê Mûstafa Sigirci jiyana xwe ji dest da û 19 karker jî birîndar bûn. 2 jê giran 19 birîndaran bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên li Amedê.