ÇAND Û HUNER
Nûçeyên Dawî
-
Li Kerkûkê ji bo nîşandayina hunerên jinên ciwan pêşangehek wêneyan hat vekirin
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi armanca nîşandayina hêz û hunerên jinên ciwan pêşangehek a wêneyan hat vekirin. -
Li Mersînê ji bo hunermendê mezin Aram Tîgran merasîmek hat lidarxistin
Hunermendê mezin Aram Tîgran di salvegera 13. a wefata xwe de li Mersînê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Tîma Hêza xelata nû diyarî Denîz Firat kir- NÛ BÛ
Ji Portekîzê xelateke din ji bo belgefîlma Hêza ya ku derhêneriya wê Derya Denîz kiriye hat dayin. Denîz xelata xwe ya Don Kîşotê di şexsê Denîz Firat de diyarî hemû xebatkarên çapemeniyê yên di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne kir. -
Şanoya li ser Abdullah Ocalan
Şanoya bi navê ‘Hucreya ku şeva wê tune’qala jiyan û fikra siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike yê ku ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye. -
Ji bo Şêrko Bêkes merasîmek bîranînê hat lidarxistin
Helbestvanê navdar ê Kurdistanê Şêrko Bêkes di 9. salroja wefata xwe de li Silêmanî li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Di helbestên Şêrko Bêkes de Bakurê Kurdistanê û şoreşa wê
Helbestvanê azadî û evînê ya Kurdistanê Şêrko Bêkes, 9 sal berê wek îro koça dawî kir. Di cihana Bêkes de, hezkirina Bakurê Kurdistan û têkoşîna li vir her tim cihekî girîng girtiye. -
Şêrko Bêkes hêvî û wesiyeta xwe bi stranan li pey xwe hişt
Berî bi 9 salan hunermendê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di temenê xwe yê 73’ê salî de hemû hêvî û wesiyetên xwe yên şoreşgerî û neteweyî bi stran û hunera xwe li pey xwe hişt û koça dawî kir. -
Li Şêxmeqsûdê Belgefîlma Şehîd Nûjiyan Erhan hat nîşan dan
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê belgefîlma derbarê Şehîd Nûjiyan Erhan a sala 2017’an de di encama êrîşa hêzên PDK’ê li ser Xanesora Şengalê şehîd bûbû hat nîşan dan. -
Berhemên hunermendên Kurdistanî li Rûsyayê rastî eleqeyek mezin hatin
Pêşangeha wêneyan ya wênesazên Kurd 31’ê Tîrmehê li paytext Moskowayê hat vekirin û rastî eleqeyek mezin hat. -
Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara mehane ya Stêrka Ciwan bi hejmara xwe ya nû bi sernavê “50’î Saliya Serfiraziyê Wê Bi Rihê 15’ê Tebaxê Bibe Sala Serkeftinê” derket. -
Wê pêşbirka helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî li Stûttgartê were lidarxistin
Wê pêşbirka helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî di 2’ê Cotmehê de li Stûttgartê were lidarxistin. -
Mizgîn Tahir: Muzîk ji bo min jiyaneke azad e
Hunermenda operayê Mizgîn Tahir bang li jinan kir û got “Her tim fikr û xeyalên xwe bi cih bînin, bixwînin û pêl bi pêl rabin; ji ber ku di Şoreşa Rojava de tovê jina azad hatiye çandin.” -
Gabar: Di mantiqê zimanê Kurdî de navend jin e
Hewar Gabar diyar kir dibe ku zimanê Kurdî li ser nîşaneya mirovtiyê derbasî nîşaneya peyvê bûbe û destnîşan dike lêkolînên heta niha hatine kirin ji zimanên din hatine wergerandin. -
Belgefîlma Hêza xelata xwe ya 6’emîn stend
Belgefîlma Hêza di Festîvala Fîlman a SîcîlyAmbîense ya 14’emîn de hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Çêker Afat Baz xelat diyarî jinên têkoşer û şehîd kir ên ku li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. -
52 sal, 900 berhem: Elî Merdan
Elî Merdan di nava 52 salan de 900 berhem çêkirin. Wî qîmet dida helbestvanên Kurd û ji bo helbestên wan muzîk çêdikir. -
Koma Şehîd Serdeşt bi klîbekê piştgirî da berxwedana Zapê
Koma Şehîd Serdeşt ji bo piştevaniya berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk klîbek bi navê ‘Bazên Çiya’ çêkir. -
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara 4’emîn a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz (Yurtsever Genç Kadin) ku li ser înternetê tê weşandin derket. -
Hêza li Brezîlyayê jî xelat wergirt
Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Dokûmantera Herî Baş radestî Dokûmantera Hêza hate kirin. -
Li wargeha Mexmûrê xebatên çandê yên bi pêşengiya Saziya Kevana Zêrîn
Saziya Kevana Zêrîn a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo ciwanên wargehê di aliyê çand û hunerê de xwe pêşbixin, dest bi perwerdeya amûrên muzîkê kirine. -
Hejmara meha Tîrmehê ya kovara Stêrka Ciwan hat weşandin
Di hejmara nû ya Stêrka Ciwan de ya ku li Ewropayê tê weşandin, nirxandinên li ser gelek mijarên îdeolojîk, siyasî, çandî û dîrokî cîh digrin. -
Rojavafest li Swîsreyê dest pê dike
Navenda Çandê Pargîn a li Rojava û Tev-Çand li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê mîhrîcaneke bi navê 'Rojavafest' a çandî û fîlman ku wê sê rojan li ber xwe bide li dar dixin. -
Letîf Fatîh Ferec 2 pirtûkên nû nivîsand
Nivîskarê Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec 2 pirtûkên xwe yên nû di merasîmekê de bi xwendevanên xwe da naskirin. -
Jiyanek mişt huner: Hesen Zîrek
Hunermend Hesen Zîrek ku di serdemeke gelek zehmet de bi hunera xwe têkoşîneke mezin kir û bi stranên xwe bû berdevkê êş û azarên gelê Kurd, hê jî bi deng û stranên xwe olan dide. -
Îlkay Akkaya û Koroya Jinên Rengîn konserek bi coş lidar xistin
Koraya Jinên Rengîn ku ji aliyê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve hatiye avakirin, bi hunermend Îlkay Akkaya re derketin ser dikê û stranên bi Kurdî û Tirkî stirîn. -
Derhêner Aydemîr: Kurd êdî di rola sereke de ne
Derhêner Haşim Aydemîr diyar kir ku ew bi şîara “Eger em nikaribin sînemaya xwe, gelê xwe bînin ziman ti kes nikare me vebêje” ketiye nava sînemayê û got ku bi sînemayê re tevkariya pêvajoya azadiyê kirine.